Nûbihar 161

Nûbihar 161

Jimara Nûbihar ya 161ê derket! Kovara Nûbiharê ya ku niha di 30 saliya xwe de ye û 3 mehan carekê seranser bi Kurdî derdikeve jimara xwe ya 161ê derxist. Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di nivîsa edîtor de, bi kurtî behsa kêmbûna firotina kovarê û zehmetiyên weşangeriyê kiriye. Rohat Alakom li ser çend wêneyên Elî Eşref Begê analîzeke berfireh kiriye. Elî Eşref Begê û bavê xwe Gulî Cewar Axa di artêşa Rûsan de general bûne. Alakom dibêje, ji sala 2012an pêve ji arşîva Rûsan gelek resmên Elî Eşref Begê derketine û ji wan resman meriv gelek agahiyan dîrokî jî hîn dibe. Abdurrahman Adak di vê jimarê de li ser Xulaseê Eqîde ya Seyid Ebdullahê Nehrî nivîsiye. Li gor ku Adak dide zanîn, dema di sala 1911an de cara pêşî Kurdîzade Ehmed Ramîz vê Eqîdeyê çap dike, li ser wê navê nivîskar Seyid Ebdullahê Nehrî nenivîsiye. Ev jî bûye sedem ku paşê ev eqîde li ser navê gelek kesên cûda çap bibe. Di vê jimarê de nivîsa Mehmet Emin Cirik li ser terîqeta Qelenderiyê ye. Lokman Polat kurteçîrokên Rojbîn Özkan Qenewîçê, Dr. Ömer Uluçay jî romana Receb Dildar Bêjan daye nasandin. Hanifi Taşkın, Sidîq Gorîcan û M. Muhemmed Gulnar derketine geştê, çûne gundê Çemê Xanê ku li ser Hîzanê ye. Hanifi Taşkın di vê jimarê de ev geşta han nivîsiye. Hevpeyvîna vê jimarê Muaz Çetin bi Yaqûb Karademir re çêkiriye. Yaqûb Karademir niha li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye û di hevpeyvînê de behsa xebatên xwe û jiyana xwe ya Parîsê kiriye. Wekî din kesên bi nivîs û çîrokên xwe di vê jimarê cih girtine ev in: Abdullah Can, Sabri Akbel, Zana Şaybak, Abdurrahman Benek, Seher Bişaroğlu Karak, Murad Pola, Felat Dilgeş, Ebru Yılmaz, Dilazad A.R.T, Rêzan Diljen, Memet Çağdavul û M. Zana Karak. Rojen Barnas, Hîwa Qadir, Berken Bereh, Hafizê Şirazî, Mem Med, Zeynep Çelik, Sabri Akbel, Seyyid Rissînî, Mîr Şad, Rainer Maria Rilke, Cahit Sıtkı Tarancı, Sidîq Gorîcan, Muqades Agirî, Ahmed Arif, Şaban Şenateş, Raif Yaman, Mustafa Acar, Nesîmî, Evdilxaliqê Îsa û Azad Rêbiwar jî şairên vê jimarê ne.

Navê Kitêbê Nûbihar 161
Navê Orîjînal -
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978625738315888
Cûre Kovar
Rûpel 80
Ebat 19.00 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg --