Nûbihar 156

Nûbihar 156

Ji Edîtor Ji jimara 156an merheba! Pasaja Yumniyê 19 salan navenda Nûbiharê bû. Jimarên Nûbiharê ji 87an hetanî 155an û gelek kitêb li vir derketin. Cihê me dikanek bû û 19 salan mazûvaniya gelek kesên nas û nenas kir. Nenas dibêjim; lewra cara ewil me li wir hevûdu nas kir. Ji 30 salên Nûbiharê 19 salên me li vir derbas bûn. Me mehek berê ji vê derê bar kir û em derbasî navnîşana xwe ya nû bûn. Helbet terkkirina vî mekanî ji bo min gelek zor bû. Tam 19 salên min li vir borîn, li vir bûyer û bîranînên min hene… Helbet teseliya min heye: Cihê nû milkê Nûbiharê ye, du qat in, mezintir e, bêhtir navendî ye; û ji bo xebatê guncavtir e! Ev jimara di destê we de, êdî navnîşana me ya nû li ser e. Ji vir pê ve divê Nûbihar dewlemendtir, bi rêkûpêktir û xurtir be. Helbet ev tişt bêyî desteka we dost û hevalên hêja nabe! *** Di her jimara Nûbiharê de nivîsên baş hene. Rohat Alakom li ser keştiya Hz. Nûh ya ku li ser çiyayê Cûdî daniye nivîsiye û weha gotiye “bi baweriya min eger Kurd li mijara Nûh tam xweyî derkevin, qezenc û hatiniya wan wê pir be.” M. Zahir Ertekin di nivîsa xwe de nivîskar Diya Ciwan wek şahbanûya helbesta modern a Kurdî bi nav kiriye û li ser kitêba wê Zikata Evînê nivîsiye. Murad Celalî vê jimarê li ser zûgotinokên Kurdî û taybetiyên wan nivîsiye. M. Sadık Varlı li ser destpêk, dawîlêanîn û armanca Serhildana Bedlîsê ya sala 1913an nivîsiye. Mela Weysiyê Sohtilî û Mela Hesenê Bazidî bûne mijara nivîsa Mela Mihemedê Kêrsî. Sabri Akbel berê gelek kitêbên Tirkî, van salên dawîn jî çend hebên Kurdî nivîsandine. Rahmetullah Karakaya Sabri Akbel kiriye mijara nivîsa xwe. Abdurrahman Benek li ser Berbanga Kurdên Qazaxistanê nivîsiye. Benek di nivîsa xwe de behsa rehmetî Prof. Kinyazê Îbrahîm jî dike. Hevpeyvîna vê jimarê Salihê Kevirbirî bi Serkarê Weşanxaneya Zengezûrê Hejarê Şamil re kiriye. Kenan Söylemez li ser Dengbêj Evdirehmanê Perê nivîsiye û ji kilamên wî çend mînak dane. Hanifi Taşkın di nivîsa xwe de nameyeke Seyid Taha ya ku ji ‘Ebdirehmanê Qutûb re hatiye nivîsandin daye. Bi Kirmanckî/Dimilî, O. Faruk Çetînkaplan jî ji Melayê Cizîrî şi’rek wergerandiye. Netîce Altûn Demîr jî çîrokek nivîsandiye. Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Evdî Hesqera, Sabahattin Ali, Dîno Buzattî, M. Zana Karak, ‘Elî Kemal Bapîr, Vehbî Vural û Ebru Yılmaz hene. Şairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Apê Mûsa (Mûsa Anter), Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Sidîq Gorîcan, Abdullah İncekan, Ziver İlhan, Bamed Serdar, Ahmed Arif, Emîn Xursî, Zeynep Çelîk, Kevok Mizgîn, Evdilxaliqê Îsa, Azad Rêbiwar, Rûbar Elî, Rêzan Diljen, Mele Feysel, Mela Tahirê Tetwanî, Dilazad A.R.T û Seyîd Demirkiran. Bimînin di xweşiyê de.

Navê Kitêbê Nûbihar 156
Navê Orîjînal Nûbihar 156
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner Kollektif
ISBN 97721478821156
Cûre Kovar
Rûpel 90
Ebat 19.50 x 27.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg --