Nûbihar 155

Nûbihar 155

Jimara Nûbiharê ya 155an derket! Jimara nû ya Nûbiharê bi nivîs, çîrok, helbest û bi wergerên cûr be cûr derket. Rohat Alakom li ser Şerîf Paşa nivîsiye. Şerîf Paşayê kurê Seîd Paşa, sefîrê Osmanî yê Swêdê bûye; di sala 1899an de tevî gelek mêvanan beşdarî manewrayek leşkerî dibe. Qralê Oscar II di merasîmê de aleqeyek mezin nîşanî Şerîf Paşa dide; Rohat Alakom ev merasîm û dengvedana wê kiriye mijara nivîsa xwe. M. Zana Karak û Huseyn Şemrexî herduyan jî helbestên Mela Ehmedê Xasî weşandine. M. Zana Karak sê helbestên Xasî yên Kurmancî diweşîne; yek ji wan cara yekem e diweşe. Huseyn Şemrexî jî helbesteke Xasî ji Osmanî wergerandiye Kurmancî û bi notên xwe nivîsa xwe xurt kiriye. Bi navê Manuel Kirkyaşaryan zarokekî Ermenî, di dawiya umrê xwe de bîranînên xwe dinivisîne. Ev kes di bîranînên xwe de behsa Kurdan û edetên wan jî dike, çar heb kilamên Kurmancî jî nivîsîne. Murad Celalî li ser vê mijarê nivîsiye. Ahmet Seyarî di helbesta Berken Bereh ya “Wisa Tê Bîra Min” de, êşa parçebûna welat şîrove kiriye. Şemoyê Memê li ser Destana navdar Kerr û Kulik nivîsiye; Kerr û Kulik destana şerê xal û xwarziyan e. Diya wan Werdê ketiye nava du agiran, naxwaze zarokên wê bi birayên wê re şer bikin. Ji neviyên Şêx Ubeydullahê Nehrî Seyîd Îslam Dû’ago (Şemzînî), kitêbên ku Melayê Cizîrî xwendine bi me diyar dike û di vê mijarê de ji dîwana Melayê Cizîrî nimûneyan dide. O. Faruk Çetînkaplan di vê jimarê de jî qesîdeyek Melayê Cizîrî wergerandiye Dimilî. Şairên vê jimarê ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Se’dîyê Şîrazî, Nesîmî, Abdullah İncekan, Ziver İlhan, Pablo Neruda, Salih Kevirbirî, Seyid Demîrkiran, Mustafa Acar, Sidîq Gorîcan, Rêzan Diljen, Emîn Xursî, Bamed Serdar, Sîpanî, Kevok Mizgîn, Evdilxaliqê Îsa û Rojhilat Azad. Hevpeyvîna vê jimarê jî Hanifi Taşkın û M. Enis Dilmaç bi Adil Yılmayan re kirine.

Navê Kitêbê Nûbihar 155
Navê Orîjînal Nûbihar 155
Nivîskar -
Wergêr / Lêkolîner Kollektif
ISBN 97721478821155
Cûre Kovar
Rûpel 90
Ebat 19.50 x 27.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg ..