Nûbihar 151

Nûbihar 151

Di van rojên ku wîrûsa koronayê însan tev mehkûmî malan kirine de kovara Nûbiharê jimara xwe ya 151ê derxist. Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di nivîsa xwe de, bi kurtî behsa vê şewba koronayê û tesîrên wê, paşê jî behsa naveroka kovarê dike. Ahmet Aras behsa çûyina xwe ya binê xetê kiriye; çawa nivîskar Qedrîcan nas kiriye, derheqê Mele Mistefa de jê re çi gotiye û Mele Mistefa çawa qedr û qiymeta rewşenbiran zanibûye… Murad Celalî ferhengaYûsif Ziyaeddîn Paşa, El-Hediyyetul Hemîdiyye fî Luxatîl Kurdiyye, Ali Karadeniz jî Destana Zenbîlfiroşê kiriye mijara nivîsa xwe. Roşan Lezgîn behsa Mela Mihemedê Palo kiriye. Em bi qelema Roşan Lezgîn, ji vî kesê jiyaneke balkêş derbas kiriye haydar dibin. Di vê jimarê de Hêriş Kemal Rêkanî helbesteke Axaokê Bêdarî li Edebiyata Kurdî zêde kiriye. Ev şairê sedsala 17-18an mixabin kêm helbestên wî gihane roja me; ji ber vê, ev tişt gelek girîng e. Di vê jimarê de zêdebûna nivîs û helbestên bi Miks û Hîzanê ve aleqedar bala meriv dikşîne. Jixwe Axaok ji gundê Bêdarê, yê li ser Hîzanê ye. Şi’reke Feqiyê Teyran ku Mela Muhemmedê Gulnarê Miksî peyda kiriye, nivîsa Nevzat Eminoğlu ku Hîzan, weke navendeke îlmê dînî û edebiyateke Kurdî bi nav kiriye û hevpeyvîna ku bi Îbrahîm Sunkur re hatiye kirin jî bi vê heremê ve aleqedar in. Wekî din, çend helbestên vê jimarê ji aliyê kesên vê derdorê ve hatine nivisîn.

Navê Kitêbê Nûbihar 151
Navê Orîjînal Nûbihar151
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner Nûbihar
ISBN 97721478821151
Cûre Nûbihar
Rûpel 60
Ebat 12.00 x 12.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2020
Çapa Çendan 1
Berg Karton