Nûbihar 160

Nûbihar 160

Ji jimara 160an merheba. Li pey derketina jimara 159an, ji bo bêhtir jin di Nûbiharê de binivîsin min bangewaziyek giştî kiribû. Ji du-sê kesan jî bi taybetî xwest ku binivîsin. Mala tevan ava, di vê jimarê de çend kesan nivîsandine, hêvî dikim hinekên din jî di jimarên pêş de binivîsin. Wext bi wext hinek kes dipirsin, çima di nav nivîskarên kovarê de jin kêm in? Helbet ev rexneyek di cih de ye. Nîvê civatê jin in, divê bêhtir helbest û nivîsên jinan di Nûbiharê de biweşin. Di vê jimarê de Leyla Aydınê di nivîsa xwe ya bi sernavê “Dinê Pîr e Ne Nûbûk e” de bi kurtasî nêrîna Feqiyê Teyran ya derheqê vê dinyayê de terîf kiriye; ku dinya ciheke mayinde nîn e; sûk û bazara wê zewada axretê ye. Li gor Feqî dinya bi zeaf û hewesên însan, xwe li ber çavê însan wek nûbûkek xweş û xemilandî nîşan dide, lê weha nîn e. Zana Şaybak li ser “Eqîdenameya Seyîd Ebdullahê Nehrî” nivîsiye. Ev Eqîdename di warê zanistên dînî û di tarîxa nivîsîna Kurdî de wek yekem berhema pexşanê tê qebûlkirin. Wekî din Kevok Mizgîn bi çîrokek û helbestek xwe, Îqlîm Milanî bi wergerek xwe, Asiya Goyan, Zeynep Çelik û Yıldız Çakar jî bi helbestên xwe di vê jimarê de cih girtine. Ez werim ser nivîsên din: Şeyhmus Orkin bi navê “Çend Peşniyaz û Rexne li ser Qada Vekolînên Feqiyê Teyran” nivîsek hêja nivîsiye û bi heft xalan xwestiye balê bikişîne ser xebat û lêkolînên derbarê Feqiyê Teyran de. M. Zahir Ertekin du xezelên Şêx Heybetullah Abrî (1891-1965) dane. Xezelek li ser wefata Şêx Fethullah Hamidî, ya din jî li ser wefata Şêx Seyfeddîn Hamidî ye. M. Zana Karak xezeleke mustezad ya Seydayê Lîcî daye; nusxeya Mela Ebdulselamê Mermerî ji bo xwe kiriye bingeh û bi 3 nusxeyên din re muqayese kiriye û ferqên wan di jêrenotan de nîşan dane. Hesen Hişyar Serdî di sala 1941an de bi destê xwe xezelek nivîsiye. Dilawer Zengî ev xezela Hesen Hişyar Serdî ji Roşan Lezgîn re şandiye. Serdî ji gundê Serdê yê Lîcê ye; beşdarî Hereketa Şêx Seîd û Şerê Agiriyê bûye. Paşê çûye Binxetê tevlî hereketên Kurdan bûye. Roşan Lezgîn di vê jimarê de li ser Hesen Hişyar û xezela wî nivîsiye û çend agahiyên balkêş jî dane. Murad Celalî li ser Zargotina Kurda ya Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl nivîsiye û gelek agahiyên kêrhatî dide. Behsa amadekirin, berhevkirin, jêderên wê yên dînî û naveroka wê kiriye. Abdullah Can di kitêba “Amasya Tarihi” ya Huseyin Husameddin ku ji 12 cildan pêk tê de li cihgirtina peyvên Kurd û Kurdistanê geriyaye. Ji van 12 cildan tenê 4 cildên wê di salên 1918-1928an de çap bûne. Receb Dildar kitêba Îbrahîm Xort, Berojk bi hûrgulî daye nasandin. Felat Dilgeş behsa dilsozî û hevaltiya xwe û ya Av. Kamber Soypak kiriye. Kamber Soypak Kurdekî Meraşê bû, parêzer bû, di destpêka salên 90î de yek ji avakarên weşanxana Koralê bû. Hevpeyvîna vê jimarê Nihat Gültekin bi Dr. Ezîz Gerdenzerî re kiriye… Wekî din di vê jimarê de bi nivîs û çîrokên xwe Sabri Akbel, Dawudê Bagurî, Mela Îbrahîm Sungur, Adem Yaşar, Fehmî Yeşilçınar, Hanifi Taşkın, Lokman Polat û Mustafa Karadağlı cih girtine. Şairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Xewneroj, Abdullah İncekan, Hafizê Şîrazî, Sidîq Gorîcan, Ahmet Arif, Mustafa Acar, Lehî Bohtan, Rêzan Diljen, Kevok Mizgîn, Mela Mudrîk Bakırhan, Asiya Goyan, Mehmet Feti Ceylan, Ah Muhsin Ünlü, Farûqê Xezalan, J. Ahmed Yıldız, Zeynep Çelik, Yıldız Çakar, Fırat Keklik û Maksim Gorkî… Heta jimareke din, bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK

Navê Kitêbê Nûbihar 160
Navê Orîjînal Nûbihar 160
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 97700000
Cûre Kovar
Rûpel 72
Ebat 19.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg --