Nûbihar 159

Nûbihar 159

Ji jimara 159an merheba Kovar hem bi naveroka xwe hem jî bi şekl û şemala xwe dezgehên dînamîk in; weke pirtûkekê ne bi îmzeyekê, bi gelek îmzeyên cûrbecûr derdikevin. Nivîskarê pirtûkê û mijara wê bi gelemperî yek e, lêbelê di jimarek kovarê de gelek nivîskar û cûrbecûr mijar hene. Kovar tenê bi naveroka xwe bi hereket û dînamîk nîne, bi gelemperî bi berga xwe jî pirrengî û dînamîk e. Li ser Nûbiharê bibêjim, di her jimara me de çîrok, helbest, ceribandin û nivîsên lêkolînî hene. Di her jimara ku em diweşînin de li derdora 40 kes bi helbest, nivîs û wergerên xwe têde cih digrin. Keda gelek nivîskaran di kovaran de heye. Her jimara kovarekê bi heman awayî ye. Ji aliyê şekl û şemalê ve jî, yanê ji aliyê dîmenî ve jî kovar cuda ye; dînamîk e. Meriv dikare her nivîsekê bi awayekî cuda şekil bidiyê. Yanê bi awayekî yeknesak nameşe, divê nemeşe jî. Ji ber van sedeman divê kovar yan jî weşaneke demî piştî demekê şekl û şemala xwe bi esasî biguhere; berga xwe, rûpelên hundirê xwe ji nûve dizayn bike, bi mîzanpaj û sêwirandineke nû derkeve pêşberî xwendevanên xwe. Me jî di vê jimarê de ev tişt kiriye. Herî dawîn di jimara 135an, sala 2016an de me ev guhertin kiribûn. Va ye di vê jimarê de jî em bi mîzanpaj û bergeke nû derdikevin pêşberî we. Tişta herî muhîm jî, Nûbihar halê çapkirî êdî wê du reng û fortmata dijîtal jî wê tam rengîn be. Nûbihar demek e wek e-kovar jî li ser google kitabê diweşe. Digel jimarên nû, heta niha li dor sîh jimarên dawîn hatine weşandin, înşalah heta demekê wê hemû jimarên din jî werin weşandin. Vê gavê li 66 welatên cûrbecûr kesên bixwazin dikarin di heman kêliyê de xwe bigihînin jimarên Nûbiharê, bi taybetî ji bo kesên li derveyî welêt dijîn eva îmkaneke gelek baş e. Hêvîdar im, ev guhertin bi dilê we bin jî. ** Rohat Alakom di vê jimarê de, behsa dost û heyranê Kurdan, nivîskarê Ermen Hraçya Koçar (1910-1965), kitêba wî ya bi navê Hesret û têkiliya wî ya bi Kurdan re kiriye. Evî nivîskarî di berhema xwe “Hesret” û di xebatên xwe yên din de behsa Kurdan kiriye. Dema sala 1930î de Rêya Teze ava bûye, yek ji redaktorên wê jî Hraçya Koçar bûye. Abdullah İncekan ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê nivîsiye. Murad Celalî li ser Zozanên Sînegê, zomên wê, gundên wê û kaniyên wê nivîsiye. Zozanên Sînegê li herêma Serhedê di navbera Agirî, Bazîd û Avkevirê de ye. Mustafa Kılıçaslan ji du navdarên edebiyata Kurdî du werger amade kirine. Yek jê çîrokek Hovhannes Ghukasyan e ku Şikoyê Hesen wergerandiye Kurmancî, ya din jî helbestek Sarmen (Armenak Sarkîsovîç Sarkîsyan) e, ew jî Heciyê Cindî wergerandiye. Di helbestên Feqiyê Teyran de navê gelek heywanan derbas dibe. Xerîbê Şemsî li ser vê mijarê nivîsiye; ji helbestên Feqiyê Teyran nimûne dane ku di wan de navê heywanên cûrbicûr derbas dibe. Yûnis Amedî li ser gundê Xanê (Xana Gewra) yê li ser Erxeniyê nivîsiye. Mahsûn Reşçelan xezela Siyahpoş ya bi navê “Ellah! Çi bi erzan tu bi dest min ketî îro” şirove kiriye. Mahsûn Reşçelan di çend jimarên berê de jî çend heb xezelên Siyahpoş şirove kiribûn. Sabri Akbel ev 3 jimar in em çîrokên wî diweşînin; di çîrokên wî de teşbîh û biwêjên gelek serkeftî hene. Receb Dildar di vê jimarê de romana Gula Almastê “Xeleka Xeyalên Bê Ezman” bi şêweyek gelek xweş daye nasandin. Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe ev kes hene: Jorge Luis Borges, Nasır Kemaloğlu, Ronî War, Mehmet Fethi Ceylan, Mihemed Cezawîr Hemkoçer, Huseyîn Çakan û Ramazan Yaman. Bi helbestên xwe jî Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, M.Tanrıkulu (Mem Ronga), Bahattin Bulut, Ahmed Arif, Mehdî Ritamî, Perwîz Cîhanî, Felat Dilgeş, Gernas Roderîn, Fırat Keklik, Bamed Serdar, Ebdulhemîd Mendan, Bedirhan Epözdemir, Nesîmî, Kevok Mizgîn, Dilazad A.R.T. û Seyyid Rissînî cih digrin. Hevpeyvîna vê jimarê Hanifi Taşkin û M. Enis Dilmaç bi Naci Begê Muksî re çêkirine. Bimînin di nav xweşiyê de. SÜLEYMAN ÇEVİK

Navê Kitêbê Nûbihar 159
Navê Orîjînal Nûbihar 159
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 2147-8821-159
Cûre Kovar
Rûpel 72
Ebat 19.50 x 27.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg Davur Rêbiwar