‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye

‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye

Mela Mehmûdê Bazîdî di sala 1858-1859an de bi teşwîqa A. Jaba li Erziromê ‘Adat û Rusûmatname'ê Tewayifê Ekradiye telîf kiriye, bi xeta xwe nivîsiye û her wiha di sala 1868an de li Îzmirê bi destê kesekî navê wî Şah Nezer e, ji nû ve hatiye nivîsîn. M. B. Rudenkoyê di sala 1963an de ev berhema ligel wergera wê ya Rûsî li Moskovayê çap kiriye.
Mela Mehmûd bi vê berhemê û yên din wekî damezrînerê pexşana Kurdî tê qebûlkirin û her wiha di vê pirtûka xwe de wekî civaknasekî pispor, bi gelemperî ji dîrok, ziman, bawerî, çand û kelepora wan dest pê kiriye qala hebûn û nirxên Kurdan kiriye.
Bi vê xebata xwe ve Mela Mehmûd bûye Îbn Xaldûnê Kurdan. Çawa ku Îbn Xaldûn bi kitêba xwe Muqaddîmeyê ve di alema Îslamê de û di nav Ereban de wekî civaknasê pêşîn û dîroknas tê qebûlkirin, bi ked û xebatên xwe yên cihêreng ve Mela Mehmûd jî di nav Kurdan de li gel taybetiyên xwe yên din, civaknas û dîroknasê ewil e.

Mela Mehmûdê Bazîdî

Mela Mehmûde Bazîdî di sala 1797an de li Bazîdê ji dayik bûye. Bazîdî li bajarê xwe dest bi xwendina pêşîn kiriye, paşê çûye Tebrîzê û li wir xwendina xwe qedandiye. Piştî ku bi salan li medreseyan muderrisî kiriye di sala 1854an de çûye Erziromê û li wê derê bi August Jabayê (1801-1894) konsolosê Rûsyayê yê Erziromê re têkiliya wî çêbûye. Bazîdiyê ku Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî dizane, bûye mamosteyê zimanê Kurdî yê Jaba. Dema ku Jaba ji Bazîdî fêrî Kurdî dibe her wiha jî bi wêjeya Kurdî re eleqedar dibe. Bi xêra vê eleqeyê Bazîdî teşwîq kir ku berhemên Kurdî berhev bike û di warê aborî de piştgirî da wî. Di encama van xebatan de 54 berhemên ku piranî bi Kurdî ne, ji Akademiya Zanistên Rohilatnasiyê ya Petersbûrgê re hatin şandin. Li gor agahiyên berdest Bazîdî heya sala 1868an jiyaye. Bazîdî di qadên cuda yên wekî edebiyat, ziman, dîrok û folklorê de gelek berhem amade kirin. Berhemên wî yên sereke ev in:
1. Tewarîxî Cedîdî Kurdistan.
2. Tewarîxî Qedîmî Kurdistan (Wergera Şerefnameyê).
3. Risaleyî Tuhfetul-Xîlan fî Zimanê Kurdan.
4. Mem û Zîn Hikâyesi.
5. ‘Adat û Rusûmatname'ê Tewayifê Ekradiye.
6. Cami‘eyê Risaleyan û Hikayetan.


Navê Kitêbê ‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye
Navê Orîjînal ‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye
Nivîskar Mela Mehmûdê Bazîdî
Wergêr / Lêkolîner Murad Celalî
ISBN 9786257383110
Cûre Klasîk
Rûpel 288
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg ihb