Dîwan Seyid Eliyê Findikî

Dîwan Seyid Eliyê Findikî

Dîwana Seyid ‘Eliyê Findikî ku ji gundê Findika bi ser Cizîrê ve ye û yek ji xelîfên pêşdehatî yê Şêx Seydayê Cizîrî ye, bi çapa xwe ya çaran di nav rêza klasîkan de weşiya. Seyid ‘Elî însanekî sohbetxweş û xwedî zimanekî gelekî şêrîn; uslûba wî ya şiîrê jî pir zelal e. Zimanê ku wî di helbestên xwe de bi kar aniye ji hêla herkesî ve bi hêsanî tête fêhmkirin. Helbestên wî di nav xelkê de pir têne zanîn û di medreseyan de jî feqiyan gelek qesîdeyên wî jiber kirine. Şiîrên wî bi piranî li ser tobê, dûrketina ji gunehan, terka hezkirina dunyayê, gazina ji dostên ne safî û yên ne wefadar, tewsiya hiqûqê însanî û li ser terka ji bid’etan ne. Tembîha ‘alimên zeman dike ku vegerin ser wezîfa xwe ya eslî; malê xelkê bi hîlê nexwin û bi niviştan wan nexapînin. Seyîd Elîyê Findikî, şêweyê hûnandina helbesta wî, eynê wekî helbestvanên Kurd yê kilasîk e ku wî jî bi wezna eruzê helbestên xwe hunandiye, lê ferqeke wî ji wan heye ku wî, bi zimanekî wisa hêsan û rewan helbestên xwe hûnandiye, ta ku merivê ji rêzê jî jê fam dike. Wî gelek mijarên exlaqî û civakî di helbestên xwe de civandiye. Herwekî: pend û şîret, wefa û dostanî, tobe, terka dinê, xerîbî, tesewif, şîna li ser kesayetên mezin û hwd…

Navê Kitêbê Dîwan Seyid Eliyê Findikî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Seyid Eliyê Findikî
Wergêr / Lêkolîner Seyid Eliyê Findikî
ISBN 978-994-4360-68-5
Cûre Klasîkên Kurd
Rûpel 336
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2014
Çapa Çendan 7
Berg Karton