Dîwana Bêxew

Dîwana Bêxew

Ev dîwana han wekî ji navê wê jî diyar e gaziyeke derbirîna hêvî û umêdên belengazan dike. Yê vê dîwanê bixwîne û hê baş xelas nekiribe, dê zanîbe ku mexseda şair ji belengazan miletê wî yê Kurd e. Ew miletê ku hê ji derdê xwe yê kevn û nû, ji derdê bêxwedanî û jêkvebûnê û zêdebarî neyartiya dijminan dinale. Ev dîwan ji layê naverokê ve bi me dide zanîn ku Mela Beşîr yek ji wan şairan e ku şê’ra xwe hemî bo miletê xwe û doza wî terxan kiriye. Herwekî wî soz daye ku şê’ra xwe bi duristî bike Gaziya Belengazan.

Navê Kitêbê Dîwana Bêxew
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mela Beşîrê Bedewî
Wergêr / Lêkolîner Mela Beşîrê Bedewî
ISBN 978-605-5402-77-8
Cûre Klasîkên Kurdî
Rûpel 176
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2013
Çapa Çendan 1
Berg Karton