Dîwana Şêx Ehmedê Feqîr

Dîwana Şêx Ehmedê Feqîr

Şêx Ehmedê Feqîr, yek ji wan şa‘irên Kurd ên serdema mîrektiyan e ku xwedî dîwaneke mezin û giranbiha ye. Heta niha ne navê wî, ne jî dîwana wî ya ku nusxeya yekane bû, ji aliyê lêkolîneran ve nehatiye nasîn. Ev destxet, bêyî ku li bobelat û musîbeteke ku hatiye serê gelek berhemên Kurdî rûbirû were, ji aliyê malbata helbestvan ve heta dema me parastî maye. Dîwaneke dused sale Hin ji taybetmendiyên girîng ên vê dîwanê ev in: Di edebiyata Kurdî ya klasîk de piştî dîwana Melayê Cizîrî û Pertew Begê Hekarî, sêyemîn dîwana Kurdiya Kurmancî ya muretteb e. Her wiha ev dîwan, di nava dîwanên Kurdî tevan de yekem berhem e ku bi destê muellifê xwe hatiye nivîsîn. Yanî dîwan ne îstînsaxkirî, nusxeya muellif bi xwe ye. Ev dîwan bi Kurdî, Erebî û Farisî di sala 1237/1822an de hatiye nivîsîn. Hebûna vê dîwanê ji bo edebiyata Kurdî gencîneyeke bêhempa ye. Şêx Ehmedê Feqîr ji malbatek zana û mutesewif e. Jiyana wî li gundê Şawira û Gundşêxê derbas bûye ku ev gundana îro li ser Dihê/Erûha Sêrtê ne.

Navê Kitêbê Dîwana Şêx Ehmedê Feqîr
Navê Orîjînal Dîwana Şêx Ehmedê Feqîr
Nivîskar Şêx Ehmedê Feqîr
Wergêr / Lêkolîner Hayrullah Acar
ISBN 6055053949
Cûre Klasîkên Kurdî
Rûpel 576
Ebat 13.50 x 19.50 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2014
Çapa Çendan 1
Berg ihb