Adat û Rusûmatnameê Ekradiye

Adat û Rusûmatnameê Ekradiye

Mela Mehmûdê Bayezîdî yek ji pêşengê ronesansa wêjeyî ya kurdî di sedsala nozdan de ye. Li ser destên wî pexşana kurdî hate damezirandin. Ew di vî warî de ne tenê hemşarê seydayê kurdayetîyê Ehmedê Xanî ye, lê ew temamiya wî ye jî. Çawa ku Xanî bi helbesta xwe hestên netewî li ba milletê kurd vejand û bingeha fikreke netewî damezirand, Bayezîdî jî bi pexşana xwe û nivîsên xwe yên ansîklopedîk û nirxdar berê wêjeya kurdî guherand. Ya rast wî rûyekî nû da wêjeya kurdî û xwest bi pexşanê pêvajoyeke nû bîne meydanê û rêyeke nû li ber wêjeyê û mêjî û mêjû û fikra kurdî ya netewî veke. Kitêb ji hêla romanivîs Jan Dost ve hatiye amadekirin. Berhema ku bi awayekî du bergî hatiye çapkirin, hem bi kurmanciya roja me, hem jî bi zimanê xwe yê orjînal hatiye çapkirin. Ligel vê yekê, destxeteke kevn a bi tîpên erebî jî di berhemê de hatiye dayin. Dîroka pirtûkê Pirtûka ku berê bala rojhilatnasan kişandibû û bi xwesteka diplomatê rûsî August Jaba di sala 1857an de ji aliyê Mela Mehmûdê Bayezîdî ve hatibû nivîsîn, yekemîn car lêkolînera rûs Margerêta Rodenko di sala 1963yan de li Moskoyê bi deqa orîginal û wergera rûsî çapkiribû. Her wiha Dr. Şukriye Resûl li Bexdayê di sala 1982yan de wergera wê ya bi zaravayê kurmanciya jorîn çap kiribû.

Navê Kitêbê Adat û Rusûmatnameê Ekradiye
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mela Mehmûdê Bayezîdî
Wergêr / Lêkolîner Jan Dost
ISBN 9789944360678
Cûre Lêkolîn
Rûpel 392
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2012
Çapa Çendan 2
Berg Karton