Nûbihar 166

Nûbihar 166

Ji jimara 166an merheba! Em gelek bextiyar in ku bi jimareke nû li pêşberî we ne. Bi vê jimarê kovara Nûbiharê dibe 32 salî û cildê me yê 27an jî temam dibe. Di vê jimarê de jî me dosyayeke amade kiriye. Navê dosyaya me “Medyaya Civakî” ye. Dema em medyaya civakî dibêjin ez bawer im hûn dizanin em behsa çi dikin. Ji zarokan bigre heta mezinan, îro gelek kesan qet nebe Facebook, You Tube, Twitter, WhatsApp, Instagram, Telegram, Tik Tok yan jî navekî din bihîstiye. Em dizanin erdnîgariya me di nava çar dewletan de parve bûye; mixabin di navbera Kurdên van dewletan de danûstandinek xurt tuneye. Di ser de, Kurd tenê li çar dewletan najîn. Li payetextên van dewletan, li bajarên wan yên mezin, li Ewrûpayê, li Emerîkayê; bi kurtî li çar deverên cîhanê îro Kurd hene. Dilê me ji hevûdu re bixwaze jî, em ji hev dûr in û her kes bi pirsgirêkên xwe ve mijûl e. Erê dewleteke Kurda tuneye, lê weke milletên xwedîdewlet, Kurd jî dikarin ji îmkanên medyaya civakî îstifade bikin. Eger bixwazin dikarin li ser van hesaban agahiyan belav û bar bikin û bêyî pasaport peyamên xwe bigihînin her deverên dinyayê. Jixwe van salên dawîn me dinyayek agahî li ser van paltforman bar kiriye. Îro Kurd li ser van platforman muzîk, dîrok, çand, ziman û gelek materyalên xwe li cîhanê belav dikin. Bi vî awayî wan ji wendabûnê xelas dikin û dikin xizmeta Kurdên cîhanê. Ev çend sal in, medyaya civakî dinyaya me kiriye yek û sînorên ku dewletan ji me re danîne rakirine. Helbet aliyê neyinî yên van paltforman jî hene; dema meriv bi niyetek xirab bi kar bîne, ev paltform ji xirabiyê re jî xizmetê dikin. Yek tiştê neyinî yê medyaya civakî derew e/îftira ye; derew weke rastî pir zû belav dibe. Tiştekî din; gelek derdor, sazî û dewlet dikarin medyaya civakî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, dînî û rêxistinî bi kar bînin. Jixwe nivîskarên dosyayê li ser van mijaran jî sekinîne. Edîtorê dosyaya me Ahmed Kanî ye. Ahmed Kanî, Ferid Demirel, Cemil Oguz, Murat Bayram, Hasan Kösen, Hecî Kardoxî, Dr. Magded Sapan, Doç. Dr. Ekrem Önen, Welat Tofîq, Hesîbe Fayiqî û Konê Reş bi nivîsên xwe ked dane vê dosyayê. Ji bo keda wan ya hêja, em ji tevan re spas dikin. *** Çend gotinan jî derbarê nivîsên derî dosyayê de bibêjim: Hanifi Taşkın digel helbestek Mela Ebdurehîmê Heyderî derheqê jiyana wî de jî têra xwe agahî dane. Abdullah Can nêrînên Seîdê Kurdî yên li ser komarê kirine mijara nivîsa xwe. Edîb Polat li ser naverok û lehengên romanên Ereb Şemo nivîsa xwe ava kiriye. Şerîf Çelebî li ser têkiliyên mirovan û xebatên ilmî 5 prensîbên girîng nivîsîne. Di vê jimarê de 3 nivîskaran, 3 heb pirtûk dane nasandin: Receb Dildar romana Lalîxan ya Halil Aktuğ, Emînê Botî romana Qasim Pîro Lerz, Lokman Polat jî romana M. Seîd Temel Şêxê Piçûk daye nasandin. Nivîskarên çîrokên wan weşiyane ev in: Felat Dilgeş, Sabri Akbel, Mehmet Sena Sönmez, Zeynep Çelik, A.R.T Dilazad, Dawid Aram û Tekin Çifçi. Berken Bereh, Mustafa Berzan Döner, Hafizê Şîrazî. Asyah Goyî, Zeynel Abidîn Yıldırımçakar, Seyyid Rissînî, Abdullah Încekan, Sezai Karakoç, Hibrî (Rizgar Elegez), Şukran Çaçan, Sidîq Gorîcan, Azad Rêbiwar, Muaz Özel, Yusuf Abay, Evdilxaliqê Îsa, Mehmet Soysal, Cîhan Roj, Hekîm Meretoyar û Hamza Tokmak jî şairên vê jimarê ne. Hevpeyvîna ku Nihat Gültekin bi hunermend Dilovan re kiriye, ew jî di vê jimarê de weşiyaye. Heta jimara 167an bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK

Navê Kitêbê Nûbihar 166
Navê Orîjînal Nûbihar 166
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 166166
Cûre Kovar
Rûpel 96
Ebat 21.00 x 26.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 2
Berg -