Dîwana Mîrê Zirav (Mela Muhemmed Gulnar)

Dîwana Mîrê Zirav (Mela Muhemmed Gulnar)

Mela Muhemmed Gulnar, leqeba wî ya şiîrê “Mîrê Zirav” e, ji navçeya Miksê ye, şairekî dewra me yê li heyatê ye. Şiîrên xwe hemî bi kêşa arûzê pir serkeftî nivîsîne. Şairekî pirzimanzan e ku bi Kurdî, Erebî û Farisî dinivîse.
Ev Dîwana Mîrê Zirav, berên jiyana wî ya 68 salan e. Fîkiyê çiyayên bilind, avên cemidî hewayên nesîm e. Ji malbateke ku çendan mela, muderris û şairên mezin jê derketine, herwekî: Feqiyê Teyran, Weda‘î, Mela Haşimê Miksî, Mela Muhemedê Tînîsî û Mela Îsmaîlê Muderisê Xoşebî...
Dîsa ev Dîwana wî, piştî dîwana Melayê Cizîrî, Pertew Begê Hekkarî, Şêx Ehmedê Feqîr, dîwana Kurmancî ya muretteb a çaran e. Di dîwanê de 139 şi’r hene: 100 heb bi Kurdî, 32 heb bi Erebî û 7 heb jî bi Farisî ne. Jê sê heb jî ferd in; ferdek bi Kurdî, yek bi Erebî û yek jî bi Farisî ye.

Mîrê Zirav (Mela Muhemmed Gulnar)

Mîrê Zirav (Mela Muhemmed Gulnar) di sala 1955an de ji dayik bûye. Ji taxa Beroja Tînîsa Miksê/Bahçesarayê ye ku ew jî navçeya Wanê ye. Li cem bavê xwe dest bi xwedinê kiriye.
Neviyê Hecî Ûsivê Welî ku birayê Feqiyê Teyran yê heştan e.
Xwendina xwe di medresên Kurdistanê de kiriye. Li Wan, Tetwan, Hîzan û Miksê xwendiye û îcaza xwe wergirtiye. Mektebên fermî nexwendine, lê ji bo melatiyê dîploma û îcazetnameyên resmî wergirtine û bûye melayê resmî.
Li Payizava dest bi melatiyê giriye paşê li navenda bajarê Wanê hem melatî û hem jî muderistî kiriye. Bi sedan feqe dane xwendinê.
Di 2020an de teqawid bûye. Deh sal in li bajarê Miksê Medresa Mîr Hesenê Welî dîsa ava kiriye û muderistiya wê dike.
Şeş zarên seyda hene, sê kur û sê jî keç in.
Erebî, Kurdî, Farisî û Tirkî dizane. Eva Dîwana wî, telîfa wî ya ewil e.
 


Hanifi Taşkın

Hanifi Taşkın di sala 1969an de hatiye dinê. Ji Panosa Agiriyê ye. Zanîngeh li Wanê qedandiye. Niha li vir mamostetiyê dike.
Di Komeleya Nûbiharê Şaxa Wanê de karên xwe yê çandî û hunerî didomîne.
Di kovarên wek Nûbihar, Nûbihar Akademî, Nûpelda, Dilname û Hazanê de xebatên wî weşiyane. Zewiciye û du kur û du keçên wî hene. Heta niha ev xebatên wî hatine çapkirin:
1- Şakiro Kewê Ribat, Nûbihar, 2018 Stenbol-(Digel Ayhan Yıldız).
2- Dehdehê Evînê, (Amadekar), Lorya, 2020 Wan-(Digel Yakup Aykaç).
3- Qarxûn, Mela Ubeydullah Bêkes, (Amadekar), Peywend, 2023 Wan.
4- Tu, Peywend, 2023 Wan-(bi mexlesa Sîpanî, helbest).
5- Dîwana Mela Muhyedînê Dêrşewî, (Tehqîq û berhevkar), Kültür ve Turizm Bakanlığı, 2023 Ankara.
 


Navê Kitêbê Dîwana Mîrê Zirav (Mela Muhemmed Gulnar)
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mîrê Zirav (Mela Muhemmed Gulnar) ; Hanifi Taşkın
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-6605-06-0
Cûre Helbest
Rûpel 384
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg Karton