Risteyên Kaptan

Risteyên Kaptan

Ev stranên Pablo Nerûda ji nav bayên hêşîn û bagerên sor û qemirî bilind dibin. “Evîn”, “Xwez û Vîn”, “Qehr û Xeyd” û “Jîn”!
Evîn şeng û şad e, Xwez û Vîn dibe kemîn û êrîş û tinekirin û pişavtin.
Qehr û Xeyd bi rik û behc û xişm û xezeb û hêrs û hewom difûre, li bers û hesaban dipirse.
Û Jîn di aramiya hiş û hidam de diherike, dimeşe, pêş ve diçe.
Pesn in ev stran, bi sosin û bûkikan mişt û tije ne; bîhna garis û nanê germ, beza hespan, pêlên zîv û xirpûkan, gil û lajwerd, tilisma asîman û sîber û roj û behr û birq û bihar û ba û rûbaran, gaz û bêlan, şiverêkên nepen, can û ten, bejn û beden, ar û pêt tê de ne.
Talat İnanç, vî agirê bi şewt û şewatê di tendûra xwe ya xumxumî de dadayî bi zimanê Kurmancî dubare dike û bi me digîne.

Pablo Neruda

PABLO NERUDA sala 1904an, li bajarokê Parral a başûrê Şîlî çavê xwe li jiyanê vedike. Di 1921ê de, dema ku xwendekarê Zanîngeha Santiago ye, helbesta bi navê Lawjeya Cejnê dinivîse. Ev helbest di kovara Ciwanan de tê weşandin û xelata yekem a wê salê werdigire.
Di 1924an de pirtûka wî ya bi navê Bîst Helbestên Evînê û Straneke Bêhêvî destbidest bala gelek kesan dikêşe. Di pey re Ezmûna Merivê Bêpayan, 1925; Xelek û Gungil, 1926 tên weşandin. Wî zêdetirî 60 pirtûkên helbestên evînê û têkoşînê nivîsandine ku çendek jê ev in: Berkanîkvanê Dilikî, 1933; Spanya Di Dil de, 1937; Strana Gewre ya Şîlî, 1940; Baniyên Macchu Picchu, 1945; Strana Gerdûnî, 1950; Risteyên Kaptan, 1952; Pesndanên Bingehîn, 1954; Sed Soneyên Evînê, 1959; Kevirên Şîlî, 1961; Bîranînên Girava Reş, 1964 û Barkarol, 1967.
Neruda, bi helbestên xwe yên bêmanend û emsal xelata Nobelê ya sala 1971ê wergirt. Neruda, di 23yê rêzbera 1973yan de-12 rojan piştî derbeya leşkerî ku li Şîlî rû da, û ku dost û hevalê wî yê nêzîk, serokkomarê Şîlî Salvador Allende tê de hate qetilkirin-jiyana xwe ji dest da.
 


Talat İnanç

TALAT İNANÇ sala 1945an li gundê Elebociya, Bismil/Diyarbekir hate dinê. Li gundê xwe li ba Mela Xelîl û li ber destê feqiyan Quran û Nûbihar û Mewlûd xwendin.
Sala 1956an çû mala xalê xwe ya li Diyarbekir û di Dibistana Sereta ya Alipaşa de xwend, di çar salan de jê mezûn bû. Di pola duwema dibistana navendî de îmtîhana leyli mecanî qezenc kir.
Sê salan şûnde, gava di Lîseya Ziya Gökalpê de bû, îmtîhana AFS (American Field Servise) qezenc kir û sala dawî ya lîseyê li Central Kitsap High School, Washington/Amerika xwend.
Perwerdeya xwe ya unîversîtê di Robert Kolejê de li Stenbolê di beşa endazyariyê de bi burs xwend û berdewamiya wê, lîsansa bilind (master) li Unîversîteya Boğaziçi qedand.
Talat İnanç, di salên Robert Kolejê de sê caran xelatên helbestê yên kovara İzlerimiz wergirt: Sala 1968an bi helbesta Toprak (Xak) pileya sêyem, sala 1969an bi helbesta Orakçılar (Paleyên Zadçinînê) pileya yekem, û sala 1970yî bi helbesta Yeryüzünde İdiler (Li ser Riwê Erdê Bûn) pileya yekem.
Ji 1973yan pê de di çend şirketên înşaetan de wekî endazyar xebitî û di 1978an de bi du hevalan re şirketa xwe damezirandin û zêdetir înşaatên rê çêkirin. Vêga malnişîn e û bi karê ziman û wêjeyê mijûl e. Talat İnanç, malxweyê Nûşîn, bavê Zerî û Baran û Felat, xezûrê Zeyneb, kalê Leyla û Aram e, li Enqerê dijîn.


Navê Kitêbê Risteyên Kaptan
Navê Orîjînal The Captain’s Verses (New Directions Publishing Corporation-New York, 1972)
Nivîskar Pablo Neruda; Talat İnanç
Wergêr / Lêkolîner Talat İnanç
ISBN 78-625-6605-04-6
Cûre Helbest
Rûpel 112
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg -