Çarîneyên Omer Xeyyam

Çarîneyên Omer Xeyyam

Omer Xeyyam (1048 -1131) yek ji zanayên herî binav û bang yê serdema xwe bûye. Xeyam, ne tenê helbestvan, herweha fîlozof, matematîknas û stêrnas e jî. Yek ji karên wî yên girîng jî serrastkirina salnama Îranî bûye. Ew salnama han, ta roja îro jî wekî salnama dîwanî ya Îranê tê bikaranîn. Lê nav û dengê Xeyyamî ne bi salnamê, ne bi matematîknasî û stêrnasiyê, belkî bi çarîneyên wî yên felsefî belavî cîhanê bûye. Yanî, ew di cîhanê da bi çarîneyên xwe navdar e; lewma herî pir ev çarîneyên wî hatine wergerandin bi bal dehan zimanên dunyayê. Perwîz Cîhanî jî, bo vê wergera xwe di şûna kêşa ‘erûzî de kêşa Kurdî ya xwemalî yanî kêşa kîteyî bijartiye. Û bo ku hemî kes bikarîbin van çarîneyan bixweînin, wî alîyek rûpel bi tîpên Erebî û alîyê din jî bi tîpên latînî nivîsîye û herweha bo guhdarîkininê jî, ev çarîneyana bi dengê xwe di CDyê de xwwendiye.

Omer Xeyyam

-


Perwîz Cîhanî

Perwîz Cîhanî di sala 1955an de li gundê Belesora Jêrîn -navça Elendê- ku bi ser bajarê Kela Xoyê ye hatiye dinyayê. Li bajarên Xoy, Selmas û Ûrmiyê çûye xwendegehê. Di şaxê edebiyat û zimanê Farisî de lîsans wergirtiye. Şeş salan li zadigeha xwe mamostetiya dibistana seretayî kiriye. Li bajarên Xoy û Makûyê di sazûmana koçeran de wek karmend û lêkolînerê li ser jiyan û toreya koçeran xebitiye. Dûvre li radyoyên Kurdî yên Tehran û Ûrmiyê wek bêjer û nivîskarê du bernameyên toreyî xebitiye. Sala 1984an piştî ku Hêmin Mukriyanî çûye Ûrmiyê, bi tevlîbûna çend nivîskarên din jî kovara ferhengî edebî ya Sirwe damezrandine. Ji sala 1984an ta sala 1995an di wê kovarê de wek nivîskar û berpirsê pişka Kurmancî xebitiye. Di sala 1995an de ji Kurdistanê derketiye û ji hinga ve wek penaber li Swîsreyê dijî. Di sala 1977an de dest bi nivîsîna Kurdî kiriye û heya niha gelek berhem û wergerên wî hatine weşandin.


Navê Kitêbê Çarîneyên Omer Xeyyam
Navê Orîjînal -
Nivîskar Omer Xeyyam; Perwîz Cîhanî
Wergêr / Lêkolîner Perwîz Cîhanî
ISBN 9786055053444
Cûre Klasikên şerkê
Rûpel 174
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2015
Çapa Çendan 1
Berg Karton