TALAT İNANÇ sala 1945an li gundê Elebociya, Bismil/Diyarbekir hate dinê. Li gundê xwe li ba Mela Xelîl û li ber destê feqiyan Quran û Nûbihar û Mewlûd xwendin.
Sala 1956an çû mala xalê xwe ya li Diyarbekir û di Dibistana Sereta ya Alipaşa de xwend, di çar salan de jê mezûn bû. Di pola duwema dibistana navendî de îmtîhana leyli mecanî qezenc kir.
Sê salan şûnde, gava di Lîseya Ziya Gökalpê de bû, îmtîhana AFS (American Field Servise) qezenc kir û sala dawî ya lîseyê li Central Kitsap High School, Washington/Amerika xwend.
Perwerdeya xwe ya unîversîtê di Robert Kolejê de li Stenbolê di beşa endazyariyê de bi burs xwend û berdewamiya wê, lîsansa bilind (master) li Unîversîteya Boğaziçi qedand.
Talat İnanç, di salên Robert Kolejê de sê caran xelatên helbestê yên kovara İzlerimiz wergirt: Sala 1968an bi helbesta Toprak (Xak) pileya sêyem, sala 1969an bi helbesta Orakçılar (Paleyên Zadçinînê) pileya yekem, û sala 1970yî bi helbesta Yeryüzünde İdiler (Li ser Riwê Erdê Bûn) pileya yekem.
Ji 1973yan pê de di çend şirketên înşaetan de wekî endazyar xebitî û di 1978an de bi du hevalan re şirketa xwe damezirandin û zêdetir înşaatên rê çêkirin. Vêga malnişîn e û bi karê ziman û wêjeyê mijûl e. Talat İnanç, malxweyê Nûşîn, bavê Zerî û Baran û Felat, xezûrê Zeyneb, kalê Leyla û Aram e, li Enqerê dijîn.