Nûbihar 165

Nûbihar 165

Nivîsa Edîtor Ji jimara 165an merheba! Di nava du mehên dawîn de em beşdarî pêşengehên pirtûkan ên Tetwan, Batman, Stenbol, Îzmîr, Riha û Mûşê bûn. Dema ev kovar bikeve destê we, di meha Kanûnê de înşalah emê li pêşengeha Diyarbekirê bin. Ji bo van pêşengehan me gelek kitêbên nû derxistin û gelek çapên dubare çap kirin. Li ser kitêbên nû hê jî xebat û amadekariyên me dewam dikin. Di van rojan de me salnama Nûbiharê ya 2024an jî derxist. Wekî gelek xwendevan dizanin ev çend sal in em salnamayek seranser bi Kurdî diweşînin. Ev jimara li ber destê we jî di van şertan de derket. Ji ber sedemên min li jor gotin, amadekirina vê kovarê wext girt, li gor hesabê me dikir derengtir derket. *** Di vê jimarê de, bi edîtoriya Abdullah Încekan, bi navê dosyeya “Zimanê Kurdî: Quo Vadîs?” dosyeyek berfireh cih digire. “Quo Vadîs?” tê çi maneyê, kek Abdullah di serê dosyeyê de bi kurtî çîroka wê gotiye. Abdullah Încekan, Îbrahim Bor, Jan Îlhan Kizilhan, Tevfik Bayram, Şehmus Kurt û Reha Ruhavioglu bi keda xwe di vê dosyeyê de cih girtine. Edîtorê dosyeyê Abdullah Încekan ji akademîsyenên biyanî Joanna Boschenska, Geoffrey Haig û Christoph Schroeder jî sê pirs pirsîne û bersivên wan jî dane. Kurdî çi tîne bîra zarokan? Hin zarokan bersiva vê pirsê jî dane. Kesên beşdarî dosyeyê bûne, pirên wan akademîsyen in. Dikarim bi kêfxweşî bibêjim min bi xwe, ji nêrînên wan gelek îstifade kir. Bi vê wesîleyê di serî de ji edîtorê vê dosyeyê ji Abdullah Încekan re û ji kesên ku bi nivîsên xwe ev dosyeya me dewlemend kirine re spasiyek ji dil dikim. *** Helbet naveroka kovarê tenê ji dosyeyê pêk nayê. Gelek hêjayên me, hosteyên peyvan ji nav me bar dikin. Yek ji wan dengbêj Feyzoyê Riza çendek berê çû rehma Xwedê. Di vê jimarê de Salih Kevirbirî li ser dengbêj Feyzoyê Riza nivîsiye. Bi vê wesîleyê em jî ji malbat û hezkiriyên wî re sebr û serxweşiyê dixwazin, rehma Xwedê lê be. Rohat Alakom li ser bîranînên hunermenda navdar Aslîka Qadir nivîsiye. Aslîka Qadir Kurdeke Ermenîstanê ye, 50 sal in distirê û demek berê bîranînên xwe nivîsîbûn. Şiyar Silêman li ser Hesen Hişyarê Serdî nivîsiye. Ew kesê beşdarî hereketa Şêx Seîd bûye, paşê çûye Binê Xetê û li wir jî doza xwe meşandiye. Di van rojên ku 100 saliya komara Tirkiyê di rojevê de ye, Murad Celalî bi sernavê “Gelo Bêyî Kurdan Nivîsîna Dîroka Komara Tirkiyeyê Pêkan e?” nivîsa xwe honaye û bal kişandiye ser hin xebatên nivîskarên Tirk ên di vê çarçoveyê de. Cîhan Roj di nivîsa xwe ya “Pêlek Mihefezekar” de her çiqas nivîsa xwe li dor “mihefezekariya Nûbiharê” bigerîne jî ya rastî di nivîsa xwe de behsa gelek mijarên balkêş ku bi weşangeriya Kurdî ve aleqedar in jî kiriye. Mustafa Kılıçaslan ji romana Miroyê Esed “Roja Reş” beşek amade kiriye. Ev romana han çap nebûye û gelek beşên wê jî wenda ne. İbrahim Bulak mijareke balkêş û nayê zanîn kiriye mijara nivîsa xwe. Sala 1928an 47 Xirîstiyanên Kurdistanê wek penaber çûne Viyenayê. Behsa hatina wan ya bi zehmet û eziyet û jiyana wan ya peyre jî kiriye. Jiyar Homer û Ciwan Qado ji Soranî çar helbestên Coman Herdî wergerandine. Wekî din çîrok û nivîsên Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Ebru Yılmaz, Kevok Mizgîn û Mîr Şad hêjayî xwendinê ne. Hevpeyvîna vê jimarê Nihat Gultekin bi Priskê Mihoyî re kiriye. Şairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Kawa Nemir, Talat İnanç, Hafizê Şîrazî, Sidîq Gorîcan, M. Zahir Ertekin, Arif Yûsif Zemanî, Mustafa Berzan Döner, Tekin Çifçi, Zeynep Şemdinoğlu, Rahmetullah Karakaya, Hekîm Meretoyar, Yusuf Abay û Azad Rêbiwar. Heta jimara din bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK

Navê Kitêbê Nûbihar 165
Navê Orîjînal Nûbihar 165
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 165165
Cûre Kovar
Rûpel 90
Ebat 1.00 x 1.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg 1