Bilûrvanê Gundê Bimişk

Bilûrvanê Gundê Bimişk

Serê xelkê gundê Hamelînê, ji ber îstilaya mişkan di belayê de ye. Li her derê mişk hene û hemû xwarinên gundiyan dixwin. Navê gund, bi awayê “Gundê Bimişk” derdikeve. Xelkê gund, diçin vê rewşê li ba mixtarê xwe gilî dikin. Mixtar û azayên xwe dikin-nakin nizanin dê çareyeke çawa bibînin.
Tam di wê gavê de xortekî biyanî tê ba wan, dibêje: Eger hûn hezar zêrî bidin min, ez dikarim bi bilûra xwe gundê we ji mişkan rizgar bikim.
Mixtar got; ku tu mişkan derxî, tu çi bixwazî em pê razî ne. Bilûrvan, bilûra xwe derdixe û meqamekî xweş lêdixe. Hemû mişk mîna serxweşan didin pey wî.
Bilûrvan diçe xwe li çemê ber gund dixe û hemî mişkên li pey wî tê de dixeniqin.
Bilûrvan vedigere gund, da ku zêrên xwe ji muxtar bigre. Lê Mixtar soza xwe dişkîne û zêrên wî nadê.
Li ser vê yeke, Bilûrvan îja bi meqamekî din li bilûrê dixe…
 

Hans Christian Andersen

Hans Christian Andersen (1805-1875) bi çîrokên xwe li hemû cîhanê navdar e. Ji bilî çîrokan, Andersen gelek şanoname, roman, helbest, geştname û jînenîgarî jî nivîsandiye. Di sala 1819an bi hêviya ku bibe lîstikvanê şanoyê diçe Kopenhagê lê biser nakeve. Weke nivîskarê şanoyê gelek salan dinivîse û nêzî 50 şanonameyî li dû xwe dihêle. Lê navdariya Andersen bi çîrokên bo zarokan li cîhanê belav dibe. Ji serdema xwe heta roja me, bi vebêjeriya çîrokê terzeke xweser afirand û li ser wêjeya cîhanê tesîr kir. Li ser navê Andersen, xelata herî mezin a edebiyata zarokan ji aliyê IBBYê ve ji 1956an ve tê dayîn. Di roja me de piraniya biçûk û mezinan gelek çîrokên Andersan jiber dizanin.


Memê Miksî

Memê Miksî di sala 1988an de li gundê Arincê ji dayik bûye. Arinc, girêdayî navçeya Miksa Wanê ye. Destpêka xwendinê li dibistana gund, a navê jî li navçeya Miksê qedandiye. Zaroktiya wî jî li he man gundî derbas bûye. Niha li Stenbolê dijî.
Berhemên wî:- Ez û Ew, (Helbest), Weşanên Sîtavê 2018-
Kenistan, (Pêkenok) Weşanên Sîtavê 2019-
Bilûrvanê Gundê Bimişk (Adaptasyon) Weşanên Nûbiharê 2023-
Mesnewiya Çirokan, Weşanên Nayê 2024-
Fablên La Fontaine (Adaptasyon), Weşanên Nûbiharê 202


Navê Kitêbê Bilûrvanê Gundê Bimişk
Navê Orîjînal -
Nivîskar Hans Christian Andersen; Memê Miksî
Wergêr / Lêkolîner Lêanîn: Memê Miksî Wêne: Binevş Selçuk
ISBN 978-625-7383-21-9
Cûre Zarok
Rûpel 40
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg Karton