Hans Christian Andersen (1805-1875) bi çîrokên xwe li hemû cîhanê navdar e. Ji bilî çîrokan, Andersen gelek şanoname, roman, helbest, geştname û jînenîgarî jî nivîsandiye. Di sala 1819an bi hêviya ku bibe lîstikvanê şanoyê diçe Kopenhagê lê biser nakeve. Weke nivîskarê şanoyê gelek salan dinivîse û nêzî 50 şanonameyî li dû xwe dihêle. Lê navdariya Andersen bi çîrokên bo zarokan li cîhanê belav dibe. Ji serdema xwe heta roja me, bi vebêjeriya çîrokê terzeke xweser afirand û li ser wêjeya cîhanê tesîr kir. Li ser navê Andersen, xelata herî mezin a edebiyata zarokan ji aliyê IBBYê ve ji 1956an ve tê dayîn. Di roja me de piraniya biçûk û mezinan gelek çîrokên Andersan jiber dizanin.