Daweta Noko û Nîskê

Daweta Noko û Nîskê

Li welatê Xerzan, Dîklan Axa diçe hemû dawetan. Kêfa wî pir ji dîlanê re tê û her tim dixwaze sergovend be. Rojekê dibîhîse ku Daweta Noko û Nîskê ye. Noko û Nîskê ji bo kêf û şahîya daweta xwe, bang li heval û dostên xwe kirine. Ji her mêvanî re nameyek şandine. Lê di nameya Dîklan Axa de çend navên din jî hene. Gotine, ne kêm û ne zêde, divê Dîklan Axa bi wan re were dawetê. Dîklan Axa li gora nameyê, wan mêvanan bi xwe re dibe dawetê. Li ser rêya dawetê, mêvanekî xerîb derdikeve pêşîya wan… Navê wî di nameyê de tuneye. Ev mêvan yekî bêcir e û bi zorê dixwaze bi wan re biçe daweta Noko û Nîskê…

Navê Kitêbê Daweta Noko û Nîskê
Navê Orîjînal Daweta Noko û Nîskê
Nivîskar Çetoyê Zêdo
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786059413534
Cûre -
Rûpel 52
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 2
Berg Ronî Battê