Nûbihar 164

Nûbihar 164

Ji jimara 164an merheba. Jimarek berê, jimara 163yan em bi dosyaya Berxwedana Araratê derketibûn pêşberî we. Bi kêfxweşî bibêjim ku vê dosyaya me eleqeyek baş dît, çapa yekem qediya û me cara duduyan çap kir. Ev cara duduyan e ku jimareke Nûbiharê diqede û careke din çap dibe. Di sala 2006an de jî jimara 98an qediyabû, paşê me cara duduyan çap kiribû. Kovareke Kurdî du caran çap bibe, ev tişt têra xwe hêjayî pesnê ye. Em spasiyek jidil li xwendevanan, li nûnerên xwe û helbet li amadekarên dosyayê Mehmet Gültekin û Nihat Gültekin dikin. Eger derfet çêbibin, em dixwazin di jimarên pêş de jî li ser hin mijar, bûyer yan jî şexsiyetan dosyayên taybet çêbikin. *** Madem mijar ji dosyayê vebû, dixwazim bangekê li we hevalên hêja bikim: Eger meraqa we hebe û hûn aleqedar bin ji kerema xwe hûn jî ji bo Nûbiharê dosyayekê amade bikin. Mijara xwe teklîf bikin. Emê bi hev re biryar bidin, bi şewrê rêya xwe kifş bikin. Bi kurtî rêya amadekirina dosyayê ev e: -Ji bo dosyayê mijara xwe diyar bikin. -Ji 4-5 kesan li ser wê dosyayê hûnê nivîs bixwazin. -Bi dosyayê ve aleqedar divê hûn bi kesekî re hevpeyvînekê jî bikin. Amadekirina dosyayê ewqas e. Mijara dosyayê eger mijarek rojane nebe, jixwe çi wextê be hûn dikarin amade bikin, em jî her wextê dikarin biweşînin. Di vê mijarê de hevalên dilxwaz dikarin bi min re îrtîbatê çê bikin. Çi ji destê min were ezê alîkariya wan jî bikim. Pirs û pêşniyarên we hebin hûn dikarin li ser medya civakî yan jî li ser maile ji min re bişînin. Maila min jî ev e: suleymancevik@nubihar.com *** Em werin ser jimara xwe ya li ber dest. Ayhan Geverî di vê jimarê de li ser Destana Cimcime Siltanê nivîsiye. Ev destan destaneke berbelav e û bi taybetî di gelek çand û edebiyatên Rojhilata Navîn de, di edebiyatên Farsî, Kurdî, Tirkî û Suryaniyan de nimûneyên wê hene. Nivîskar li ser varyantên Gever, Culemêrg û Şemzînanê lêkolîn kiriye û herî dawîn metnê varyanta Evdilqadir Qizilqaya daye. Nevzat Eminoğlu di nivîsa xwe ya bi navê “Melayê Cizîrî: Şairê Eşq û Estetîkê” de li ser eşq û estetîk ji şi’rên Mela çend nimûne dane. Erdheja meha Sibatê ku di 11 bajaran de çêbû li gor reqemên fermî bû sebebê mirina ji 50 hezarî zêdetir însanî. Mijara çîroka Nasır Kemaloğlu û helbestek dirêj ya Prof. Behcet Al ev felaketa erdhejê ye. Berê çandeke nameyan hebû. Di pêşketina edebiyatê de rola nameyan girîng bû. Dema name zêde belav bûn, mixabin li cem me çanda nivîsandinê kêm bû. Niha çanda nivîsandinê hêdî hêdî çêdibe, lê êdî name nemane. Di wan wextan de Mela Xelefê Bafeyî ji Ebdurreqîb Yusif re bi Kurdî name şandine. Bi min ev gelek girîng in. Hêmin Omer ev du jimar in di Nûbiharê de van nameyan dide. Vê jimarê Serdar Bedirxan û W.K. Merdimîn jî ji Seîdê Norsî wergereke Zazakî kirine. Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe van kesan di vê jimarê de cih girtine: Hanifi Taşkın, Şerq Bulbulî Kerem, Mihemed Elî Elewîkeya, Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Edîb Polat, Saîd Mîrza, Zeynep Çelik, Mîr Şad, Dawid Aram, Yılmaz Elagöz, A.R.T Dilazad, Sait Faik Abasıyanık, Fîrûzan Demir, Hekîm Meretoyar û Dr. Omer Ulucay. Şairên vê jimarê jî ev kes in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga), Ahmed Arif, Sidqî Azizoğlu, Îmamê Şafîî, Se’diyê Şîrazî, Mascha Kalêko, M. Zahir Ertekin, Xebatkarê Şirnexî, Refîq Sabîr, Sidîq Gorîcan, Sabri Akbel, Mela ‘Ebdurrehîm Behmûrî, Muqades Agirî û Azad Rebiwar. Hevpeyvîna vê jimarê jî Salihê Kevirbirî li Gurcîstanê, bi şanoger Bînbaşê Axê re kiriye. Heta jimareke din bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK

Navê Kitêbê Nûbihar 164
Navê Orîjînal -
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 164164
Cûre Kovar
Rûpel 90
Ebat 1.00 x 1.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 1
Çapa Çendan 1
Berg 1