Dîwan - Mela Ehmedê Zinarexî

Dîwan - Mela Ehmedê Zinarexî

Dîwana Mela Ehmedê Zinarexî ji nav weşanxaneya Nûbiharê derket. Mela Ehmedê Zinarexî ku îsal (2018) di meha Adarê de rehmet kiribû, xelkê wîlayeta Şirnex qezaya Hezexê ye. Seyda gelek kitêbên Kurdî yên dînî û edebî nivîsîbûn û di nav seydayên devera xwe de bi vî aliyê xwe temayuz kiribû. Wî ne tenê dîwanek bexşî zimanê Kurdî kiribû, herweha piraniya kitêbên xwe yên dînî jî bi Kurdî û şêwazeke edebî nivîsîbûn. Me wek weşanxaneya Nûbiharê xwest li vî nirxê xwe xwedî derkevin û dîwana Zinarexî ya ku ji gelek aliyan ve orjînal e pêşkêşî cîhana edebiyata Kurdî bikin. Dîwan ji aliyê akademîsyenên hêja Taha Nas, Tahirhan Aydın, Abdurrahman Adak û Zülküf Ergün ve hem bi kurdiya latînî, hem bi kurdiya Erebî hatiye amadekirin. Herweha di destpêka dîwanê de ji aliyê Taha Nas û Abdurrahman Adak ve li ser biyografiya Seyda û aliyê wê yê edebî du lêkolîn jî cih digirn.

Navê Kitêbê Dîwan - Mela Ehmedê Zinarexî
Navê Orîjînal Dîwan - Mela Ehmedê Zinarexî
Nivîskar Mela Ehmedê Zinarexî
Wergêr / Lêkolîner Taha Nas, Tahirhan Aydın, Abdurrahman Adak, Zülküf Ergün
ISBN 9786059413282
Cûre Edebiyat
Rûpel 368
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2018
Çapa Çendan 1
Berg ihb