Nûbihar 163

Nûbihar 163

Ji Edîtor Ji jimara nû merheba Dema rayedarên Tirkan di salên dawîn yên dewleta Osmanî de xwestin li hemberî dijminên xwe şerê azadiyê bidin, Kurd jî kirin hevalê xwe û ji wan jî destek xwestin. Kurdan jî di vî şerî de bi Tirkan re li hemberî dewletên ku erdên Osmanî îşxal kiribûn şer kirin. Wekî em dizanin, paşê dewleta Osmanî li ser piya nema, hilweşiya û li şûna wê dewletek nû ava bû. Hêviya Kurdan ji vê dewleta nû ew bû ku di bin banê xwe de Kurdan jî sitar bike û halê wan jî ji berê xirabtir nebe. Mixabin ev hêviya Kurdan bi cih nehat. Di dewleta nû de, derheqê navê Kurdan de, zimanê wan, îdareya wan û nasnameya wan de tu tişt tunebû. Halê Kurdan di dewleta nûavabûyî de ji berê gelek xirabtir bû. Îhtimala ku di pêşerojê de wê ji bo Kurdan tiştên baş bibin jî xuya nedikirin. Ji hevaltiya Kurd û Tirkan mixabin tiştek bi destê Kurdan neketibû; Kurd careke din xeyalşikestî bûn. Di wexta xwe de Îtîhadiyan Kurd xapandibûn, niha jî M. Kemal û hevalên wî ew dixapandin. Xapandin dibêjim, ne ji bo her kesî helbet. Ekseriyeta Kurdan bi Tirkan re hereket dikir; lê dengê wan kêmtir derkeve jî Kurdên ku baweriya xwe bi siyaseta Tirkan nedianîn jî hebûn. Lê pirsgirêka esil Kurd bi xwe bûn. Mixabin bi Kurdan re hişmendiya millî kêm bû. Xwedî rêxistinek xurt nebûn, tîfaqa wan jî tunebû. Di navbera malbatên mezin de reqabet jî hebû. Helbet ev bêtîfaqî, bêserokatî û di nav Kurdan de kêmbûna şiûra millî Tirkan masûm nake. Ev tişt nabin sebeb ku Kurd di dewleta nû de ji bo xwe cihê sitarê nebinin Madem Kurdan jî bedel dabûn, bi Tirkan re hevaltî kiribûn di vî welatî de divê mafên wan yên însanî jî hebana. Însanetî, wefa û hevaltî ev tişt bû Berxwedana Araratê di atmosferek weha de derket. Berxwedana Araratê jî weke hereketa sala 1925an li hemberî siyaseta dewletê bertekek bû. Di destpêkê de hinek kesên beşdarî serhildanê bûne endîşeyên wan yê millî zêde nebûn, paşê hereketê rengê xwe yê netewî daye wan kesan jî. Wekî hûn jî dibînin ku ev jimara me dosyaya Berxwedana Araratê ye. Heta ji me hat, me xwest ku em dosyayek dewlemend amade bikin. Bi edîtoriya Mehmet Gültekin û Nihat Gültekin ev bûyera nêzîkî sed sal berê qewimiye em careke din tînin rojevê. Hem jî di wexta wê de, di salvegera wê de! Spas ji bo keda wan, Mehmet Gültekin, Hemê Kerîm Arêf (ji Soranî: Mustafa Gökkan), Ordîxanê Celîl (amadekar: Mustafa Kilicaslan), Rohat Alakom, Osman Sebrî, Nihat Gültekin, Haluk Agrîn, Kemal Süphandağ (werger: Aziz Tekin), Cimoyê Merûf, Evdî Hesqera, Azad Rêbiwar û Mehmet Sadık Varli ku ked dane vê dosyaya me. Bangek: Bangek min jî heye: Hevalên bixwazin û bikaribin, di mijarên cûr bi cûr de ji bo me dosyayên weha amade bikin, ji kerema xwe bila ji me re pêşniyarên xwe bibêjin. ** Jibilî dosyayê jî di vê jimarê de bi nivîs û çîrokên Yûnis Amedî, Sabri Akbel, Ömer Faruk Feyat, Felat Dilgeş û Mutî cih girtine. Şairên vê jimarê jî ev kes in: Rojan Barnas, Berken Bereh, Sidîq Gorîcan, Hafizê Şîrazî (werger: Hayrullah Acar), Mehmet Bozkoyun, Ahmed Arif (werger: Talat İnanç), Şükran Çaçan, Asyah Goyî, Sabri Akbel, Muqades Agirî, Beyazidê Duwem (werger: M. Zahir Ertekin), J. Ahmed Yıldız û Kevok Mizgîn. Hêvîdar im jimarek bi dilê we be. Heta jimareke din bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK

Navê Kitêbê Nûbihar 163
Navê Orîjînal -
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 12123211
Cûre Kovar
Rûpel 96
Ebat 1.00 x 1.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg 1