Nûbihar 162

Nûbihar 162

Ji jimara 162an merheba. Dema me ev jimar amade dikir 6ê sibatê, li du navçeyên bajarê Meraşê, destê sibê li Bazarcikê, nîvro jî li Elbîstanê du erdhejên gelek bi şîdet çêbûn. Bi sedema van felaketên li pey hev, ezê di vê nivîsa edîtor de bi awayekî din derkevim pêşberî we: Ezê weke jimarên berê, li vir behsa naveroka kovarê nekim; bi kurtî be jî derbarê vê erdheja ku van rojan jiyana me serûbin kiriye de çend gotinan bikim. Li gor pisporan, erdhejeke weha bi şîdet di demek nêzik de li Tirkiyê çênebûye. Ev felaket ewqas mezin bû ku ne tenê Meraş û derdora wê, herweha gelek deverên dûr jî, nîvê Tirkiyê, welatê Şamê, Misir, heta Urdunê jî ev felaketa dijwar hîs kiriye. Jixwe derûdorên ku vê erdhejê xesarek mezin lê kiriye, me wek xerîte li ser berga vê jimarê daniye. Xesara herî mezin li bajarên Meraşê, Semsûr, Hetay, Dîlok, Meletiyê, Osmaniye, Edene, Diyarbekir, Riha û li Kilîsê çêbûye; bi deh hezaran mirov mirine, li van deran yan gelek avahî hilweşiyane, yan jî gelekan xesarên mezin dîtine û îmkana sitarê di wan de nemaye. Li gelek deveran, ji hin malbatan kesek xilas nebûye, ji hin malbatan jî gelek kes di bin xerabeyan de mane, wefat kirine. Her çiqas derdorên fikren û zîhnen nexweş, vê felaketê weke ku tenê li Tirkiyê bûye bînin ziman jî, li Suriyê jî, bi taybetî li cihnişînên Kurdan li Efrîn û Cindirêsê jî xesarek mezin heye, li van deran jî bi hezaran mirî hene. *** Erdê Tirkiyê û Kurdistanê herêma erdhejê ye. Dem bi dem li vê erdnîgariyê erdhejên mezin çêbûne û çêdibin. Rast e felaket mezin e; lê dewlet jî ji bo rojên weha hene, afatên weha ji bo dewletan îmtîhan in. Lê xuyaye weke erdhejên berê, bi taybetî jî di rojên ewil de dewlet dîsa ji îmtîhana xwe derbas nebûye. Ev hikûmet 20 sal in rêyan û avahiyan çêdike, lê ji bo erdhejê xuyaye ku tedbîrên cidî nestandiye. Ew rê û avahiyên çêkirine jî îro yan xerab dibin, yan jî dihilweşin. Ji bo ku qisûr û acziyeta xwe veşêrin, heqê tu kesan tuneye ku rabin sûc û qebahetên xwe bavêjin stûyê qederê. Helbet teqdîr teqdîra îlahî ye. Lê eger tu wezîfeya xwe nekî, eger tu tedbîrên beriya erdhejê û piştî wê nestînî, gelê xwe serwext nekî ev gotin êdî behane ne. Ji bo gelê xwe ji van felaketan biparêzî te gelê xwe perwerde kiriye? Gelo avahî li gor usûlê tên çêkirin? Tu teftêşa wan dikî, tu zemîna ku avahî lê çêdibe kontrol dikî, dema qisûrek hebe tu jê re çavê xwe digirî, yan wan qisûran rast dikî? Te çiqas li plansaziya bajaran riayet kiriye? Ji bo welatiyên xwe ji felaketên weha biparêzî, di cihkî ewle de wan sitar bikî, hewcehiyên wan tedarik bikî, te tiştekî kiriye? Pêşiyê van wezîfeyên xwe bi cih bîne, paşê tewekul bi Xwedê bike. *** Ji roja ku erdhej çêbû, ji dewlet û saziyên derve bigre, hetanî her însanê vê erdnîgariyê, biqasî îmkanên xwe alîkariya mexdûrên erdhejê kirin. Ji bajar û navçeyên Kurdan jî çi partî, çi komele, çi jî şexsiyet, xelkê me çi ji destê wan hat, bi dil û can kirin. Lê di organîzekirina alîkariyê de pirsgirêkên mezin derketin. Mixabin dewlet dixwaze alîkarî tev di bin kontrola wê de bin, lêbelê divê pêşiya saziyên sîvîl veke. Lewra di rewşên weha de organîzebûn û sivikbûn gelek girîng e. Li hember vê felaketê, tu gotin nikare êşa me bîne ziman. Em bêhed xemgîn in. Em ji yên mirî re ji Xweda rehmetê, ji bo xizm û malbatên wan û ji hemû gelê xwe re sebr û metanetê dixwazin. Xweda sebr û metaneta wan zêde bike. Xweda her dem û wextan me ji afat û belayan biparêze. Heta jimara din hêvîdar im, birînên me bikewin û bêhtir werin ser hemdê xwe. SÜLEYMAN ÇEVİK

Navê Kitêbê Nûbihar 162
Navê Orîjînal Nûbihar 162
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-33-3
Cûre Kovar
Rûpel 72
Ebat 19.00 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg --