Ömer Güneş
6 yayınlanmış kitap
Ömer Güneş 1979an de li gundê Gomaçawûş a li ser navçeya Vartoyê ye hatiye dunê. Ji Zanîngeha Marmarayê beşa Hiqûqê mezûn bû. 15 sala li Stenbolê parêzertî kir. Di havîna 2019an û pêve ji ber sedemên Kurdî/siyasî li Almanyayê dimîne. Lêkolînerê edebiyata dengbêjiyê ye û di hin kovar û malperên lêkolîneriyê de gotarên wî hatine weşandin. Heta niha çar pirtûkên wî ku bi tevî hevalê xwe Îbrahîm Şahîn amade kiriye, hatine çapkirin. Zewicî ye û keçeke wî heye.
Pirtûkên wî yên ku hatine weşandin:
Dengbêj Reso, Antolojiya Dengbêjan 1, (bi Îbrahîm Şahîn re) Nûbihar, 2018
Dengbêj Şakiro, Antolojiya Dengbêjan 2, (bi Îbrahîm Şahîn re) Nûbihar, 2018
Dengbêj Huseyno, Antolojiya Dengbêjan 3, (bi Îbrahîm Şahîn re) Nûbihar, 2021
Dengbêj Mehmûdê Hesê, Antolojiya Dengbêjan 4, (bi Îbrahîm Şahîn re) Nûbihar, 2023