Li gorî nivîskar André Maurois sê şêweyên namenivîsandinê hene:
Hin nivîskaran ji bo îzahkirina fikrên xwe name nivisîne; hinekan ji aciziya canê xwe xwestine hurguliyên jiyanê binexşînin û hinekan jî ji bo nefesgirtinê nivisîne.
Ev kitêb ji nameyên Ömer Güneş ên girtîgehê pêk tê.
Ji rexneya edebiyatê heta estetîka evîndariyê, ji çanda dengbêjiyê heta felsefeyê, nivîskar dest avêtiye gelek mijaran.
Nivîskar bi nameyên xwe îzaha dinyayeke azad dike, bêhna azadiyê dide me û di nava ruhê jiyanê de tovên azadiyê raveyî me dike.
- Etiket fiyatı
- 240,00
- Kitap Adı
- Ji Curnaliyê Nameyên Bengî
- Yazar Adı
- Ömer Güneş
- Sayfa Sayısı
- 124
- ISBN
- 978-625-90888-3-9
- Üst Başlık
- (2011–2014)
- Marka
- Nûbihar
- Kategori
- Biyografi
- Türü
- Basılı Kitap
- Yayın Dili
- Kurdî
- Toplam Baskı Sayısı
- 0
- Güncel Stok Sayısı
- 0
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar
Ömer Güneş 1979an de li gundê Gomaçawûş a li ser navçeya Vartoyê ye hatiye dunê. Ji Zanîngeha Marmarayê beşa Hiqûqê mezûn bû. 15 sala li Stenbolê parêzertî kir. Di havîna 2019an û pêve ji ber sedemên Kurdî/siyasî li Almanyayê dimîne. Lêkolînerê edebiyata dengbêjiyê ye û di hin kovar û malperên lêkolîneriyê de gotarên wî hatine weşandin. Heta niha çar pirtûkên wî ku bi tevî hevalê xwe Îbrahîm Şahîn amade kiriye, hatine çapkirin. Zewicî ye û keçeke wî heye.
Pirtûkên wî yên ku hatine weşandin:
Dengbêj Reso, Antolojiya Dengbêjan 1, (bi Îbrahîm Şahîn re) Nûbihar, 2018
Dengbêj Şakiro, Antolojiya Dengbêjan 2, (bi Îbrahîm Şahîn re) Nûbihar, 2018
Dengbêj Huseyno, Antolojiya Dengbêjan 3, (bi Îbrahîm Şahîn re) Nûbihar, 2021
Dengbêj Mehmûdê Hesê, Antolojiya Dengbêjan 4, (bi Îbrahîm Şahîn re) Nûbihar, 2023