Şivan Perwer – Efsaneya Zindî
Di Şivan Perwer – Efsaneya Zindî de nivîskarê kitêbê li dû pey şopa hunermend, muzîsyen, helbestvan û aktîvîstê polîtîk Şivan Perwer ket û bi zimanekî hunerane çîroka jiyana wî ji nû ve hûnand. Di xebata du salan de nivîskar bi dehan caran bi Şivan Perwer re rûnişt û pê re ket dû rojên derbas bûyî: Zaroktiya li Rihayê, êşa mirina dê, salên xwendinê, destpêka hunerê, rojên li derve, girî û kenê hunermend, sirgûn û bi sedan serpêhatî di vê kitêbê de cî digrin. Dostiya Mesûd Barzanî û Şivan Perwer çi wextê dest pê kir? Serokkomarê Avusturyayê Dr. Heinz Fischer çima wî guhdarî dike? Dilşad Said di heqê Şivan û mûzîka wî de çi difikire? Gulistan û Serxwebûn wî li malê çawa dibînin? Pirs li dû pirsê ... Bersiv di vê Di kitêba 312 rûpelî de çîroka hin stranên ku hunermend nivîsiye, paşsahneya hin berhemên wî, dîskografiya xebatên wî û agahiyên di heqê albuma nû Şivanname I – Gazind, ku demekê şûn da dertê, cî digrin. Kitêb bi du albûmên resiman, ku her yek jê ji 24 rûpelan pêk tê, jî balê dikşîne. Lipeyketina serpêhatiya vê jiyana bahozî bi fotoyên ji 1969î ta 2012an tameke din dide.
- Etiket fiyatı
- 360,00
- İlk Basım Tarihi
- Mayıs 2020
- Kitap Adı
- Şivan Perwer – Efsaneya Zindî
- Yazar Adı
- Abdullah İncekan
- Sayfa Sayısı
- 312
- ISBN
- 9786055402532
- Marka
- Nûbihar
- Yaş Grubu
- Genel Kitle
- Kategorî
- Biyografi
- Yayın Dili
- Kurdî
- Kitap Boyutu:
- 210 x 135
- Kapak Kağıt Türü
- Bristol
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar