Mehmet Sadık VARLİ: Di sala 1958an de li herêma Geliyê Zîlan li gundê Kerx a girêdayî navçeya Erdîşê ya bajarê Wanê ji dayik bû. Beriya dest bi dibistana seretayî bike di medreseya bavê xwe Mele Heyder de
perwerdehî dît û heta astekê fêrî zimanê Erebî bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Erdîşê, zanîngehê jî li Zanîngeha Gaziya Enqereyê di beşa Ziman û Edebiyata Almanî de qedand. Di sala 1980an de dest bi mamostetiyê kir. Di pêvajoya peywîra mamostetiyê de fêrî zimanên Îngîlîzî û Farisî bû. Wekî mamosteyê zimanê Almanî, Îngîlîzî û Tirkî di gelek lîse û dibistanên navîn yên fermî de 37 sal xebitî. Di sala 2013an de di
Zanîngeha Bilkent de bû erkdarê perwerdehiyê û pênc serdem dersên zimanê Kurdî /Kurmancî da.
Nivîskar, xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî bênavber didomîne, bêtir bi nivîsandinê re mijûl dibe. Beriya vebûna dersxaneyên Kurdî bi komek hevalên xwe pirtûkên perwerdehiyê dinivîse. Kurdiya Hêsa, Gav Bi Gav
Kurdî, Seta Hînkerê û Ji Bo Pola Duyemîn Kurdî pirtûkên wî yên hevpar in. Seta çîrokan ya ku bi çar pirtûkan xîtabî zarokên li temenê 8-9 saliyan dikin, ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatin weşandin. Gelek berhemên edebî yên nivîskar wekî roman û çîrok li ber çapkirinê ne.