Bi Dîtin û Şahidiya Min Ebdulla M. Varli

Bi Dîtin û Şahidiya Min Ebdulla M. Varli

Ebdullah M. Varli di 72 saliya xwe de wefat kiriye. Ji Bîranînên wî diyar dibe ku 62 salên wî bi tekoşîna li hember neheqiyan boriye. Heta dawiya temenê xwe ji bo Kurdî xebitiye û gelek meteryalên arşîvê civandine.
Di heft-heşt saliya we de dibe serkêşê hevalên we yên zarok. Rawestîna wî ya li hember neheqiyê cara yekem bi tolhildana ji dewrêşê ji hevalê wî re daye çêran dest pêdike. Parastina rastiya pê dizane jî di heman temenî de dest pê dike. Digel hê nû dest bi feqetiyê kiriye, zanînên wî bi sînor in jî ji rastiya pê dizane paşda nayê. Li gorî hîn bûye “zekat para feqîrên gund in, divê li wan were parvekirin.” Dema dibîne temsîlkarên şêxan zekatê berhev dikin bi gotina “neqla zikatê heram e" bertek nîşanî wan dide... Mamoste hemû temenê xwe bi xizmetê borandiye û li pey xwe di serî de Meala Qurana Pîroz, Jînenîgariya Ehmedê Xanî, Dîroka Dugelên Kurd û gelek berhemên din hiştine.

Mehmet Sadık Varli

Mehmet Sadık VARLİ: Di sala 1958an de li herêma Geliyê Zîlan li gundê Kerx a girêdayî navçeya Erdîşê ya bajarê Wanê ji dayik bû. Beriya dest bi dibistana seretayî bike di medreseya bavê xwe Mele Heyder de
perwerdehî dît û heta astekê fêrî zimanê Erebî bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Erdîşê, zanîngehê jî li Zanîngeha Gaziya Enqereyê di beşa Ziman û Edebiyata Almanî de qedand. Di sala 1980an de dest bi mamostetiyê kir. Di pêvajoya peywîra mamostetiyê de fêrî zimanên Îngîlîzî û Farisî bû. Wekî mamosteyê zimanê Almanî, Îngîlîzî û Tirkî di gelek lîse û dibistanên navîn yên fermî de 37 sal xebitî. Di sala 2013an de di
Zanîngeha Bilkent de bû erkdarê perwerdehiyê û pênc serdem dersên zimanê Kurdî /Kurmancî da.
Nivîskar, xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî bênavber didomîne, bêtir bi nivîsandinê re mijûl dibe. Beriya vebûna dersxaneyên Kurdî bi komek hevalên xwe pirtûkên perwerdehiyê dinivîse. Kurdiya Hêsa, Gav Bi Gav
Kurdî, Seta Hînkerê û Ji Bo Pola Duyemîn Kurdî pirtûkên wî yên hevpar in. Seta çîrokan ya ku bi çar pirtûkan xîtabî zarokên li temenê 8-9 saliyan dikin, ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatin weşandin. Gelek berhemên edebî yên nivîskar wekî roman û çîrok li ber çapkirinê ne.


Navê Kitêbê Bi Dîtin û Şahidiya Min Ebdulla M. Varli
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mehmet Sadık Varli
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-80-6
Cûre bîyografî
Rûpel 224
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg --