Alimekî ji Medreseyê: Mele Heyder Varli

Alimekî ji Medreseyê: Mele Heyder Varli

Seydayê Mele Heyder Varli li gelek medreseyên Kurdan yên navdar xwendiye, îcazet girtiye, paşê li van navendên girîng muderistî kiriye. Ji kesên navdar ders girtiye, paşê ders daye kesên navdar. Mixabin zû, di 53 saliya xwe de jî wefat kiriye. Ew kekê Ebdullah Varli ye, yê ku li Tirkiyê cara yekem weala Qurana pîroz bi Kurdî nivîsiye. Heke Seydayê Mele Heyder di 53 saliya xwe de ji nava me koç nekira bêguman dê gelek berhem li pey xwe bihişta. Herçiqas di serdema wî de qedexeya tund li ser Kurdî dihat meşandin jî gelek xutbeyên bi Kurdî û helbest nivîsîne. Fetwayên wî yên ku bi nivîskî hene û li gor ku tê gotin, ev xutbe ji aliyê ilmî ve di asteke gelek bilind de ne.
Bi hêviya rojek ew jî bêne weşandin…

Mehmet Sadık Varli

Mehmet Sadık VARLİ: Di sala 1958an de li herêma Geliyê Zîlan li gundê Kerx a girêdayî navçeya Erdîşê ya bajarê Wanê ji dayik bû. Beriya dest bi dibistana seretayî bike di medreseya bavê xwe Mele Heyder de
perwerdehî dît û heta astekê fêrî zimanê Erebî bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Erdîşê, zanîngehê jî li Zanîngeha Gaziya Enqereyê di beşa Ziman û Edebiyata Almanî de qedand. Di sala 1980an de dest bi mamostetiyê kir. Di pêvajoya peywîra mamostetiyê de fêrî zimanên Îngîlîzî û Farisî bû. Wekî mamosteyê zimanê Almanî, Îngîlîzî û Tirkî di gelek lîse û dibistanên navîn yên fermî de 37 sal xebitî. Di sala 2013an de di
Zanîngeha Bilkent de bû erkdarê perwerdehiyê û pênc serdem dersên zimanê Kurdî /Kurmancî da.
Nivîskar, xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî bênavber didomîne, bêtir bi nivîsandinê re mijûl dibe. Beriya vebûna dersxaneyên Kurdî bi komek hevalên xwe pirtûkên perwerdehiyê dinivîse. Kurdiya Hêsa, Gav Bi Gav
Kurdî, Seta Hînkerê û Ji Bo Pola Duyemîn Kurdî pirtûkên wî yên hevpar in. Seta çîrokan ya ku bi çar pirtûkan xîtabî zarokên li temenê 8-9 saliyan dikin, ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatin weşandin. Gelek berhemên edebî yên nivîskar wekî roman û çîrok li ber çapkirinê ne.


Navê Kitêbê Alimekî ji Medreseyê: Mele Heyder Varli
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mehmet Sadık Varli
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-77-6
Cûre bîyografî
Rûpel 192
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg --