10 Adet - Pişîka Min [Pêş Siparîş - Ön Sipariş]

10 Adet - Pişîka Min [Pêş Siparîş - Ön Sipariş]

Kerem bikin em bi hev ra “Pişîka Min” bigihînin ber destê hemû zarokên xwe!

Gelî dildar û dilsozên Kurdî! Heta 21ê Adarê Newroza îsal (2024) ji bo xwendekarên dersa hilbijarî ku teqrîben 25 hezar kes in, em ê vê kitêba Mîkaêlê Reşîd “Pişîka Min” weku dîyarî bişînin. Di vê kampanyaya 25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb da em li benda piştgirî û dîyarîyên we ne. Her siparişa ku hat dayîn weku navnîşan “ji bo xwendekarên dersa hilbijarî” bê nivîsandin, bes e. Em ê li ser navê we piştî cejna Newrozê ji hemû xwendekaran ra weku dîyarî bişînin. 

Ji kerema xwe vê carê tenê “Pişîka Min” sipariş bikin!

“Pişîka Min” kitabını tüm çocuklarımıza hep beraber hediye edelim!

Pişîka Min
 
Nivîskar: Mîkaêlê Reşîd
Şikilçî: An. Gasparyan
Latînîzekirin: Kenanê Nado
 
Pişîka Min ji aliyê helbestvanê navdar ê Sovyetê Mîkaêlê Reşîd ve di sala 1965an da hatiye nivîsandin û li Yêrêvanê çap bûye. Di kitêbê da bi tevahî pênc helbest hene ku ev her pênc helbest li ser pişîkekê ne. Di helbesta ewil da Pişîk tê nasandin û di helbestên mayîn da jî hin xîsûsûyetên Pişîkê tên honandin. Nêçîrvanî, nexweşî, çilekî û serşûştina pişîkê temayên helbestên mayî ne. Zimanekî sade û bi metafor, teşbîh û hêmayên serkeftî helbest hatine neqilkirin. Herweha ji bo her helbestekê ji aliyê şikilçîyê/illustratorê Ermenî An. Gasparyan ve jê re şikil hatine xêzkirin ku li gorî serdema xwe wêneyên wisan in xwe didin çavan. Helbet Mîkaêlê Reşîd ji bilî vê kitêbê gelek helbestên serbixwe jî ji bo zarokan nivîsîne û ew di kitêbên dersan ên Kurdî da dane weşandin. “Çivîkê Çûkê”, “Berf”, “Hesoyê Tembel”, “Nan” çend ji wan helbestan in. Dîsa ji bilî helbestên zarokan Mîkaêlê Reşîd helbestvanekî eyan ê serdema xwe bûye di nav Kurdên Sovyetê da. Zanebûna wî ya Ermenîkî, Rûsî û teqîbkirina wî ya edebîyata dinyayê karîgerîyeke mezin li helbestvanîya wî kiriye ku ew yek ji helbestvanê nûjenker ê helbesta kurdî ya Sovyetê tê nirxandin. Navên kitêbên wî yên helbestan ev in: Dilê Min, Bi Rêyên Welêt, We’de, Şems, Ecêb, Îsaf, Pencere û Mitale. Wî di sala 1985an de wefat kiriye. Mexberê wî li Ermenistanê li gundê Amûşlîyê ye.


Kürtçeye bir destek de sen ver! Bu yıl (2024) 21 Mart Newroz bayramına kadar sayıları tahmini 25 bin civarında olan Kürtçe seçmeli ders öğrencilerine Mîkaêlê Reşîd’in “Pişîka Min” eserini hep beraber hediye edelim. 25 bin öğrenci 25 bin kitap kampanyasına desteklerinizi bekleriz. Ön siparişlerinizi verdiğinizde adres kısmına “Kürtçe seçmeli ders öğrencilerine hediyemizdir” yazmanız yeterli olacaktır. Biz sizlerin adına Newroz bayramından sonra kitapları çocuklarımızla buluşturacağız.

Unutmayınız bu seferlik sadece “Pişîka Min” eserini hediye ediyoruz!

Navê Kitêbê 10 Adet - Pişîka Min [Pêş Siparîş - Ön Sipariş]
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mîkaêlê Reşîd
Wergêr / Lêkolîner Şikilcî: An. Gasparyan - Latînîzekirin: Kenanê Nado
ISBN 978-625-112210
Cûre Zarok
Rûpel 16
Ebat 19.00 x 19.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Karton