Gundê Xweş û Gundê Nexweş

Gundê Xweş û Gundê Nexweş

“Ofof”, “Prensesa Xwedivê”, “Gundê Xweş û Gundê Nexweş”, sê çîrokên zarokan in. Nivîskar, xêzkar û berhevkara wan Şukran Çaçan, bi van çîrokan xwestiye çend ders û nirxên bingehîn ên perwerdehiyê derxe pêş. Bi vê mebestê di çîroka Ofof de hezkirin, dilsozî, fedekarî û sedaqet hatiye vegotin.
Di çîroka Prensesa Xwedivî de zirara şûmîtî û xwedbîniyê hatiye ziman. Di çîroka Gundê Xweş û Gundê Nexweş de jî li ser tiralî û xîretê, li ser qirêjî û paqijiyê, li ser pevçûn û lihevkirinê, du gund û gundî hatine qîyaskirin û rêya rast hatiye nîşandan.
Ev çîrokên ku xitabî zarokên 4-8 salî dikin, bi xêzên xwe yên xweşik û Kurdiya xwe ya sivik balê dikêşin.
 

Navê Kitêbê Gundê Xweş û Gundê Nexweş
Navê Orîjînal -
Nivîskar Şukran Çaçan
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-6605-08-4
Cûre Zarok
Rûpel 32
Ebat 16.00 x 24.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg Karton