Nûbihar Akademî 19

Nûbihar Akademî 19

Ji Nûbihar Akademîyê merheba! Kovara Nûbihar Akademîyê bi jimara xwe ya nozdehem (jimara yekem ya 2023yan) di weşangerîya akademîk a bi kurdî da dikeve deh salîya xwe. Bêguman kovar ji kêm û kasîyan ne xalî ye lêbelê ji alîyê herkesî ve dê bê qebûlkirin ku meşa wê ya akademîk bi îstîqrareke tam didome. Kovar hewl dide ku bi licneya xwe ya navneteweyî ya ku ji pisporên kurdolojîyê pêk tê karekî akademîk ê baş derxe meydanê. Her du şêweyên weşanê yên dijîtal û çapkirî derfetê dide xwîneran ku kovarê bi şêweya çapkirî jî bi dest bixin û bixwînin. Weşanxaneya Nûbiharê bi hilgirtina erkên mîzanpaj û çapa kovarê erkeke girîng hilgirtîye ser milê xwe. Em li vê derê hem keda weşanxaneyê hem jî keda hemû endamên licneyên akademîk ên kovarê bi minnet bi bîr tînin û spasîyên xwe pêşkêşî hemû kedkarên kovarê dikin. Di vê jimarê da digel nivîsarên li ser babetên giştî dosyeyeke taybet a li ser Kurdên Zaza (Kird) heye ku di bin edîtoriya Dr. Nurettin Beltekinî da hatiye amadekirin. Di jimarê da pênc lib jê yên dosyeya Kurdên Zaza bi temamî heşt gotar hene. Ji nivîsarên giştî ya ewil nivîsa Nuh Bozkur e ku bi serenavê Anksiyeteya Kurdîaxêvan Teoriyeke Derûnnasiya Civakî: Teoriya Helwestên Bi Bingehên Reftarî hatiye amadekirin. Bozkir di wê xebata xwe da li ser yek ji mijarên sereke ya derûnnasiya civakî helwestê rawestaye û lê hûr bûye ka beşdarîya atolyeyên hînkirina zimanê kurdî li ser helwestên axiftina bi Kurdî çawa bandor kirîye. Di nivîsara din a giştî da Heval Batu bi xebata xwe ya bi serenavê Ferîştenasî di Êzidîtî û Yarsanîtîyê da berê xwe dide qadeke teolojîyê û hewl dide ku di du dînên qedîm ên Kurdan de, ango di Yarsanîtî û Êzdîyatîyê da kulta (cult) ferîşteyan analîz bike. Di nivîsara din a giştî da Huda Esmael Saleh li ser mijareke aktûel a Kurdîyê disekine. Ew bi nivîsara xwe ya bi serenavê ??????? ????? ??????? ? ??? ? ???? ????? ???? ?????????? (Çareserîya Çend Tîpên Kêşe li ser di Rênivîsa Zimanê Kurdî da) hin pêşniyazan dike da ku rêyên çareserîyê peyda bike ji bo rênivîsa Kurdî ya bi tîpên Aramî. Di dosyeya taybetî da pênc gotaren li ser tarîx, ziman, folklor û edebiyata zazayan cih digirin. Çar ji gotarên dosyeyê gotarên resen in û yek jî wergêran e. Dr. Ercan Çağlayan di xebata xwe ya bi serenavê Kîtabanê Cografyayê Osmanîyan da Zazayî û Cografyayê Zazayan da ku xebateke qada dîrokê ye di nav pirtûkên erdnîgarîyê yên Osmanîyan da li şopa Zazayan digere. Harun Bozkurt û Dr. İlyas Akman li ser berhemeke edebiyata modern a Zazakî xebitîne. Ew di xebata xwe ya bi serenavê Hetê Awanî ra Romanê Kilama Pepûgî da romana Kilama Pepûgî ji aliyê awanî û hêmanên din ên romannûsîyê ve dinirxînin. Dr. Okan Alay xebata xwe li ser folklora Zazayan kirîye û di gotara xwe ya bi serenavê Analîzê Arketîpkî yê Sanika Xerîb û Nasib da li ser çîrokeke bi Zazakî xebitîye. Dr. Alay di wê xebata xwe da çîroka bi nave Xerîb û Nesîb li gor teorîya arketîpan a C.G.Jungî analîz kirîye. Di dosyeya taybetî da xebata Dr. Metin Çiftçi jî li ser folklorê ye. Dr. Çiftçi di gotara xwe ya bi serenavê Çarçewaya Çar Fonksîyonê Folklorî da Edetê Dîwan yê Zazayan da li ser materyalên folklorîk yên ku ji nav gel berhev kirine rawestîyaye. Di dosyaya taybetî a li ser Kurdên Zaza (Kird) da gotara dawî wergêranek e. Veysel Yıldızhan di xebata xwe ya bi serenavê Kitabê Mehmed Arîfî yê Binbir Hadisî da Derheqê Dersim û Dersimijan da Vîrardişê Ey da beşek ji pirtûkeke bi osmanî wergêraye ser zaravayê Zazakî. Dosyaya jimara bê (jimara duyem a sala 2023ê) dê di bin edîtorîya Dr. Zülküf Ergünî da li ser babeta “Rastnivîsîna Kurdî” bê amadekirin. Bi hêvîya ku em di jimara bê ya Nûbihar Akademîyê da bi dosyayeke têr û tijî û bi babetên curbicur ên giştî li pêşberî we akademîsyen û vekolerên hêja bin, bimînin di nav xêr û xweşîyê da. Abdurrahman Adak Edîtorê Giştî

Navê Kitêbê Nûbihar Akademî 19
Navê Orîjînal -
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 19191919
Cûre Kovar
Rûpel 156
Ebat 16.00 x 24.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg 1