Nûbihar Akademi 15

Nûbihar Akademi 15

Kovara Nûbihar Akademîyê di sala xwe ya heştem de bi jimara xwe ya 15em derket pêşberî vekoler û akademîsyenan. Nûbihar Akademî di heman demê de bi edîtorîyeke nû pêşwazî li sala xwe ya heştem dike. Edîtorê kovarê Abdurrahman Adak li ser prosesa derketina Nûbihar Akademîyê ya ku heft sal li pey xwe hişt weha axifî: “Kovara Nûbihar Akademîyê jî di encama vebûna beşên Kurdolojîyê yên li zanîngehên Tirkîyeyê bi mebesta piştgirîya akademîya Kurdî û bipêşxistina zanista Kurdolojîyê bi hevkarîya weşanxaneya Nûbiharê û hin akademîsyenên Kurd di sala 2013an de wek kovara yekem a Kurdolojîyê ya li Tirkîyeyê dest bi weşana xwe kiribû. Em di wê bawerîyê de ne ku Nûbihar Akademîyê di heft salên xwe yên rabirdûyê de wek pêşengeke qada xwe di akademîya Kurdî de roleke erênî û girîng lîstîye.” Adak, di dewamê de derheqê dahatûya kovarê û desteya nû ya edîtoroîyê de weha axifî: “Nûbihar Akademî ji bo ku ji vir şûnde jî vê rola xwe ya erênî bi awayekî baştir bilîze û wek dezgeheke akademîk a serbixwe û bi perspektîfeke objektîf rêwîtîya xwe bidomîne xwedî îradeyeke tam e. Di vê çarçoveyê de em bi kêfxweşî radigihînin ku Nûbihar Akademî di sala xwe ya heştem de (2021) di desteya edîtorîyê de revîzyoneke bingehîn dike û dil dike ku hem nirxê weşana xwe ya akademîk bihêztir bike hem jî rola xwe ya navneteweyî baştir bilîze.” Herî dawî Adak destnîşan kir ku ew dê ji vir şûnde derîyê kovarê ji bo vekoler û akademîsyenên ku di vekolînên xwe de zimanên Farisî û Tirkî bi kar tînin re jî vekin. Naveroka jimara 15em a Nûbihar Akademîyê bi vî rengî ye: Zülküf Ergün, di gotara xwe ya bi navê “Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdîya Soranî bo Kurdîya Kurmancî” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser wan bêjeyan disekine ku di vê sedsala dawîn de ji Soranî bo Kurmancî bi çewtî hatine wergirtin. Shahab Wali, di gotara xwe ya bi navê “Pîr Şehriyarê Hewramî û Kelamên Wî di Baweriya Yarsanan de” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, bi rêya hin metnên nû, kesayetîya tarîxî, dînî û edebî ya Pîr Şehriyarê Hewramîyê ku nûnerekî girîng ê Kurdên Yarsan ê sedsala XIem e derdixe holê. Orhan Örs, di gotara xwe ya bi navê “Milliyetçiliğin Osmanlı’daki Tezahürleri: Müslüman Halklar ile Hristiyan Halkların Milliyetçilikleri” de ku bi Tirkî hatîye nivîsîn, neteweperweriya gelên Xirîstiyan ên Osmanî û Kurd di serî de gelên Misilman ên Osmanî berawird dike. M. Zana Karak, di gotara xwe ya bi sernavê “Helbesteke Nûpeyda ya Feqîyê Teyran” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, helbesteke Feqiyê Teyran ya ku heta niha nedihat zanîn pêşkêş dike. Mehmet Yonat, nivîsara Rojhilatnasê Îngilîz G. R. Driver a bi navê “The Name Kurd and Its Philological Connexions” ku di çavkanîyên tarîxî de navên bi Kurdan re eleqedar tesbît dike wergêraye Kurdîya Kurmancî. M. Emin Purçak jî di nivîsara xwe ya bi navê “Bi Nêrîna Rastgirên Tirk ên Radîkal li Tirkiyê Kurd” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser pirtûka akademîsyenê Zanîngeha Kilis 7 Aralıkê Bayram Koca nirxandinekê dike. Nûbihar Akademîya ku salê du caran diweşe hem bi rêya çapê hem jî bi awayekî dîjîtal digihîje ber destê xwîneran.

Navê Kitêbê Nûbihar Akademi 15
Navê Orîjînal Nûbihar Akademi 15
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner Kollektif
ISBN 977000002147
Cûre Kovar
Rûpel 124
Ebat 16.50 x 24.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg --