Hemîd Ûrmiye (Hemîd Mistefa) di sala 1986an de li Rojhilatê Kurdistanê (bajarokê Balavê ser bi parêzgeha Ûrmiyeyê), ji dayîk bûye. Dibistana sereke li wî bajarokî diqedîne. Di sala 1995an de ji ber sedemên siyasiyên malbatî neçar dimînin bera xwe bidin Başûrê Kurdistanê (bajarê Diyanayê). Li wî bajarî berdewamiyê dide xwendina xwe û beşa derûnnasiyê dixwîne.
Hemîd di temenek pir zû de dikeve nava hunera stran gotinê û di demek kurt de li her çar parçeyên Kurdistanê digere û hunera xwe pêşkeşî gelê xwe dike.
Sala 2014an li herêma Başûrê Kurdistanê di pêşbirkeya dengbêjiyê ku li bajarê Hewlêrê ji bo 80 ciwanan hatibû lidarxistin beşdar dibe û pîleya yekemîn a dengbêjiya Kurdî bi dest dixe. Li rex karê hunerî, di beşa rojnamevaniyê de jî xebat kiriye û li gelek ajans, TV, radyo û rojnameyên Kurdî de xebitiye.
Hemîd Ûrmiye di sala 2019an de derbasî Ewropayê dibe û li welatê Belcîkayê nîştecih dibe. Niha li wî welatî dijî û li ser jiyana dengbêj û hunermendên Kurd lêkolînan dike, dinivîse.
Berhemdarî Axîn û Nalîna Beytocan (lêkolîn-jînenîgarî) J&J, Amed 2021 Hunera 55 salan Dilovan (lêkolîn-jînenîgarî), Sîtav, Wan 2023 Qulingê Serhedê: Dengbêj Zahiro (lêkolîn-jînenîgarî) Nûbihar, Stenbol 2023