Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê

Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê

Dengbêj Zahiro sala 1950an li gundê Kinyada Farqînê yê li ser bajarê Amedê hatiye dunyayê. Zarokatiya wî li gundê Kinyadê derbas dibe. Di 15 saliya xwe de bi malbatî berê xwe didin bajarê Mûşê, gundê Pîranê yê li ser navçeya Kopê û jiyana xwe li wir berdewam dikin.
Zahiro di nava meydana dengbêjiyê de xwedî navekî naskirî ye. Wî mirovê hêja 59 salan xizmeta dengbêjiyê kiriye; bi sedan kilam û helbestên trajedî, mêrxasî û evînî nivîsandine û bi qirika xwe ya zêrîn pêşkeşî gele Kurd kiriye. Yek ji şahkarên dengbêj Zahiro: “Xwezila li dinyayê mirin hebiya lê kalbûn nebiya” ye
Dengbêj Zahiro jî weke piraniya dengbêjên Serhedê ji dibistana Evdalê Zeynikê ye. Zahiro, hevçaxê dengbêjên weke Reso, Şakiro û Huseynê Mûşê ye.
Hemîd Ûrmiyê di vê pirtûkê de bi hûrgilî behsa jiyana hunerî ya Qulingê Serhedê, dengbêj Zahiro dike…

Hemîd Ûrmiye

Hemîd Ûrmiye (Hemîd Mistefa) di sala 1986an de li Rojhilatê Kurdistanê (bajarokê Balavê ser bi parêzgeha Ûrmiyeyê), ji dayîk bûye. Dibistana sereke li wî bajarokî diqedîne. Di sala 1995an de ji ber sedemên siyasiyên malbatî neçar dimînin bera xwe bidin Başûrê Kurdistanê (bajarê Diyanayê). Li wî bajarî berdewamiyê dide xwendina xwe û beşa derûnnasiyê dixwîne.
Hemîd di temenek pir zû de dikeve nava hunera stran gotinê û di demek kurt de li her çar parçeyên Kurdistanê digere û hunera xwe pêşkeşî gelê xwe dike.
Sala 2014an li herêma Başûrê Kurdistanê di pêşbirkeya dengbêjiyê ku li bajarê Hewlêrê ji bo 80 ciwanan hatibû lidarxistin beşdar dibe û pîleya yekemîn a dengbêjiya Kurdî bi dest dixe. Li rex karê hunerî, di beşa rojnamevaniyê de jî xebat kiriye û li gelek ajans, TV, radyo û rojnameyên Kurdî de xebitiye.
Hemîd Ûrmiye di sala 2019an de derbasî Ewropayê dibe û li welatê Belcîkayê nîştecih dibe. Niha li wî welatî dijî û li ser jiyana dengbêj û hunermendên Kurd lêkolînan dike, dinivîse.
Berhemdarî Axîn û Nalîna Beytocan (lêkolîn-jînenîgarî) J&J, Amed 2021 Hunera 55 salan Dilovan (lêkolîn-jînenîgarî), Sîtav, Wan 2023 Qulingê Serhedê: Dengbêj Zahiro (lêkolîn-jînenîgarî) Nûbihar, Stenbol 2023


Navê Kitêbê Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê
Navê Orîjînal -
Nivîskar Hemîd Ûrmiye
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-87-5
Cûre Folklor
Rûpel 112
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg Karton