Abdulla PEŞÊW, di sala 1946an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye. Dema 2-3 salî bûye bavê wî yê mela çûye ber dilovaniya Xwedê. Xwendina xwe ya seretayî û enstîtuya mamostayan li Hewlêrê temam dike. Di navbera
salên 1970-1973yan de li gundên Gelyawe û Kendalê li nêzîk Hewlêrê û paşê jî li nav Hewlêrê mamostatî dike.
Di 1973yan de çûye Sovyetê (USSR). Li vir di 1979an de li Enstîtuya Zimanên Biyanî ya Moskovayê (Moris Torez) di beşa Îngilîzî û Rûsî ya koleja wergêranê de mastir kiriye û di 1984an de jî li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya
Moskovayê li ser Pîremêrd bawernameya doktorayê ya edebiyat û zanistên fîlolojiyê wergirtiye. Ji 1985an heta 1990î li zanîngeya Alfatih a Terablûsê li Lîbyayê mamostatî kiriye.
Helbesta xwe ya pêşî di sala 1963yan de di rojnameya Hewlêrê de weşandiye û dîwana xwe ya pêşî jî di sala 1967an de li Kerkûkê daye çapkirin. Heta niha deh dîwanên wî yên esasî hatine çapkirin û niha jî li Fînlandayê dijî.