Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (Hemû Berhem Berg 2)

Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (Hemû Berhem Berg 2)

Ev berg di bin sernavê Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) ji berhevoka Roj Niye Lêtan Tûrre Nebim (Roj Nîne li We Hêrs Nebim) û ji her du dîwanên Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) û Birûskeçandinê (Birûskçandin) pêk tê… 
Xwendevan di vê bergê de dê rastî wan helbestên Abdulla Peşêw bên ku di lûtkeya afirîneriyê de hatine nivîsîn û xwediyê xwe gihandiye bandeva hunera helbestê. Bi taybetî helbestên Eger Em Care Bêmewe, Lew Rojewe Legellma Nît, Bo Qerecêk, Mezad, Sedan Sall e, Tirs, Ta Çiray Ême Nesûtê û çend helbestên din dengê efsûnî yê Peşêw di dil û hişê mirov de diteqînin û mohreke mayînde li ser ruhê mirov dihêlin. Ji ber vê ye ku navê Peşêw çend sêhra peyvê û çêja gotinê bi bîr bîne ew çend jî amaje bi teqîn û dengvedanê dike.

Abdulla Peşêw

Abdulla PEŞÊW, di sala 1946an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye. Dema 2-3 salî bûye bavê wî yê mela çûye ber dilovaniya Xwedê. Xwendina xwe ya seretayî û enstîtuya mamostayan li Hewlêrê temam dike. Di navbera
salên 1970-1973yan de li gundên Gelyawe û Kendalê li nêzîk Hewlêrê û paşê jî li nav Hewlêrê mamostatî dike.
Di 1973yan de çûye Sovyetê (USSR). Li vir di 1979an de li Enstîtuya Zimanên Biyanî ya Moskovayê (Moris Torez) di beşa Îngilîzî û Rûsî ya koleja wergêranê de mastir kiriye û di 1984an de jî li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya
Moskovayê li ser Pîremêrd bawernameya doktorayê ya edebiyat û zanistên fîlolojiyê wergirtiye. Ji 1985an heta 1990î li zanîngeya Alfatih a Terablûsê li Lîbyayê mamostatî kiriye.
Helbesta xwe ya pêşî di sala 1963yan de di rojnameya Hewlêrê de weşandiye û dîwana xwe ya pêşî jî di sala 1967an de li Kerkûkê daye çapkirin. Heta niha deh dîwanên wî yên esasî hatine çapkirin û niha jî li Fînlandayê dijî.


Navê Kitêbê Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (Hemû Berhem Berg 2)
Navê Orîjînal Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim
Nivîskar Abdulla Peşêw
Wergêr / Lêkolîner Zülküf Ergün
ISBN 9786058072954
Cûre Helbest
Rûpel 496
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 0
Çapa Çendan 1
Berg --