Abşûran

Elî Eşref Dervîşiyan: Ew di sala 1941an de li Kirmanşahê ji dayik bûye.
Dora deh salan li gundên derdora Kirmanşahê mamostetî dike. Paşê diçe
Tehranê û li Zanîngeha Tehranê di Fakulteya Perwerdeyê de dixwîne. Wan
salan nivîskarên Îranî yên wek Celalê Alê Ehmed, Simînê Danişver, Semedê
Bêhrengî, Emîr Huseynê Aryenpûr nas dike. Di bin karîgeriya Çexov,
Sadiq Hidayet, G. Garcia Marquez û Ernest Hemîngway de dimîne. Ji ber
karûbarên sîyasî di salên 1971-1978an de di zindanê de dimîne. Piştî
Şoreşa Îranê ji zindanê derdikeve, lê ji kare xwe tê dûrxistin.
Dervîşiyan ji sala 1979an şûn de dest bi nivîsîna roman û çîrokan dike,
herweha di gel dostê xwe Riza Xendanê Mehabadî bi berhevkarîyê re
mijûl dibe, di qewareya nozdeh bergan de çîrok û hîkayetên Kurdî û yên
li Îranê tomar dike. Ji bîst û sê nivîskarên Kurd ên Başûrî çîrok werdigêre
ku ev wergêran wek mecmueyek bi navê “Be Omîdê Baran” (Bi Hêvîya
Baranê) tên çapkirin.
Dervîşiyanê ku endamê Yekitiya Nivîskarên Îranî bû, di 26ê Cotmeha
2017an de li Tehranê wefat dike.

Hin berhemên wî ev in: Roman: Salhayê Ebrî (Salên Ewrî-çar berg),
Hemîşê Mader (Hertim Dê), Selûlê 18 (Hucreya 18em). Mecmueyên Çîrokan:
Ez în Vilayet (Ji vî Bajarî), Şeb Abesten est (Şev Avis e), Hemrahê
Ahenghayê Babam (Li gel Stranên Bavê Min), Feslê Nan (Demsala Nan),
Abşûran.