Lalezar Bi Şîret û Hîkmet û Hîkayeyan Şerha Gotinên Pêşîyan
Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya Lalezarê de gotinên pêşîyan şerh kiriye. Ev xebata wî, bes ne berhevkarîyeke folklorik e; lewra ew xwendekaran derdixe geşta seyrangeha edebî; bi uslûba xwe ya taybet, bi hîkaye û hîkmet û helbestan sed û hejdeh gotinên pêşîyan bi berfirehî şerh kirine. Wî di gotinên pêşiyan de ne tenê pend û şîret, herweha aliyê wan ê hîkmet û îrfanî jî derxistiye pêş. Gava ev yek kiriye, ji tecrûbeyên civaka Kurd sûd wergirtiye û wek qanûnên giştî yên Kurdan li wan gotinên pêşiyan nihêriye û ew nirxandine.
Hûnê bi vê kitêbê, bikevin alema nepen û efsûnî ya gotinên pêşiyan. Her yek ji wan gotinan, di xwe de şopa bi sedan salan dihewîne. Gava hûn vê kitêbê bixwînin, hûnê bibînin ku ji qelema Mela Husnî deng û awazên hîkemî tê guhê we û dilopên îrfanî diniqute dilê we.
- Etiket fiyatı
- 350,00
- İlk Basım Tarihi
- Eylül 2023
- Kitap Adı
- Lalezar Bi Şîret Û Hîkmet Û Hîkayeyan Şerha Gotinên Pêşîyan
- Yazar Adı
- Mela Husnî Hezîn
- Sayfa Sayısı
- 296
- ISBN
- 9786257383882
- Marka
- Nûbihar
- Yaş Grubu
- Genel Kitle
- Kategorî
- Folklor
- Yayın Dili
- Kurdî
- Kitap Boyutu:
- 210 x 135
- Kapak Kağıt Türü
- Bristol
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar