Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî
Ev xebat keda deh salan dihewîne. Bi gelek mijarên xwe, di nav xebatên Kurdî de dibe ku nimûneyên ewil bin.
Nimûneyên destanî, mîtolojik, çîrokî, olî herwisa nimûneyên ajalên taybet yên ku çîrok û destan û baweriyên Kurdan xemilandine, bûne mijara vê xebatê.
Mijara hespê di destan, çîrok û mîtolojiya Kurdî de çawa hatiye honandin û herwisa di edet û kevneşopiyên Kurdî de çi temsil dike, dûr û dirêj behsa wê hatiye kirin.
Herweha behsa teyr û balindeyên ku bûne mijara gelek destan û çîrokan jî hatiye kirin.
Av û agir wek du sembolên girîng bûn û di nav bîr û baweriyên Kurdan de cihekî taybet digirtin. Hebandina av, agir û ruhên pêşiyan jî dîsa beşeke taybet ya vî kitêbê ye.
Çend lehengên efsanewî, tarîxî jî wek Rostem, Siyaweş û Zembîlfiroş jî bûne mijara vê kitêbê.
Di kitêbê de têra xwe nimûneyên zargotinî û çandî hatine bikar anîn.
Bi zimaneke zelal û rewan, bi mijarên xwe yên taybet û bi nimûneyên dewlemend xwendekar dikare derkeve geryaneke cîhana çanda Kurdî ya manewî û lezetekî xweş ji vê kitêbê bigire.
- Etiket fiyatı
- 360,00
- İlk Basım Tarihi
- sermawezê 2024
- Kitap Adı
- Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av Û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî
- Yazar Adı
- Şemoyê Memê
- Sayfa Sayısı
- 310
- ISBN
- 9786256605442
- Marka
- Nûbihar
- Kategorî
- Folklor
- Türü
- Basılı Kitap
- Yayın Dili
- Kurdî
- Orijinal Dili
- Kurdî
- Kitap Boyutu:
- 210 x 135
- Kapak Kağıt Türü
- Bristol
- Toplam Baskı Sayısı
- 200
- Güncel Stok Sayısı
- 131
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar