Nîhat Öner
1 yayınlanmış kitap
Nîhat Öner di sala 1985an de li Agiriyê gundê Qazî ji dayîk bûye. Li ser folklora Kurdan dixebite. Dibistana navendî û lîse li Agiriyê xwend. Demekê di Kurdî-Dera Bazîdê de cih girt, heya komele hate girtin. Herwisa li Bazîdê di pêşdibistana şaredariyê de mamostetî kir. Zewiciye û bavê sê zarokan e. Ji xeynî pirtûkên wî yên çapbûyî, xebatên wî yên li ser serhildana Agiriyê û kilam, destan, metelok û efsaneyên Kurdan hene.
Berhemên wî yên çapbûyî:
- Mîrza Mihemed, çîrok, Weşanên Avesta, 2016; Çapa Duduyan, Weşanên Dara 2023.
- Dendo, çîrok, Weşanên Wardoz, 2018.
- Ji Binbîra Kurdan Baweriyên Gelêrî, Weşanên Wardoz, 2019.
- Tivinga Kurda ya Çillûle, metelok-pêkenok, Weşanên Wardoz, 2020.
- Redkanlılar 1-2, lêkolîn, Günce Yayınları, 2023.
- Türk Basınında Ağrı Kürt Ayaklanması 1-2, lêkolîn, Zilan Akademi Yayınları, 2025.
- Çîrokên Sêhrbazî û Qehremaniyê, Çîrokên Devera Agirî û Îdirê I, Folklor, Weşanên Nûbiharê, 2026.