Nivîskar Ebdulkerîm Surûş ku bi xwe jî ji Kurdên Îranê ye, li nav gund û bajarên devera Kurmancên Îranê gav bi gav li pey heyranok û heyranokbêjan li materyalên folklorîk geriyaye û berhema xwe pêk aniye. Lê nivîskar ne ku tenê materyalên folklorîk, herwisa li ser herêmên Kurmanc-nişîn jî agahiyên tarîxî raberî xwendevanan dike; bêwekî kîjan eşîr li ku dijî, meşhûrên wan kî ne, kok û hoza wan ji ku tên û hwd… Li ser Kurdên Îranê kêm xebat hene li Tirkiyê. Li ser heyranok, heyranokbêj û materyalên folklorîk hema bêje xebat tunene. Ebdulkerîm Surûş bi vê xebata xwe hem Kurmancên Îranê hem jî folklora wan li ber çavê me eyan û beyan dike… *** Kaniya gundê me hember e Kevirê dorê kesk û zer e Keç û bûka lê girtî seranser e Heçî kesê qîz û xortên bêdil bizewcîne Yeqîna Xwedê ne ji ummeta pêxember e
- Bihayê etîketê
- 370,00
- Dîroka Çapa Yekem
- gulanê 2020
- Navê Pirtûkê
- Ji Kelepora Kurmancên Îranê Gilî Û Gazinên Evîndaran
- Navê Nivîskar
- Ebdulkerîm Surûş
- Hejmara Rûpelan
- 319
- ISBN
- 9786055053970
- Marka
- Nûbihar
- Kategorî
- Folklor
- Cure
- Basılı Kitap
- Zimanê Weşanê
- Kurdî
- Zimanê Orîjînal
- Kurdî
- Mezinahiya Pirtûkê:
- 210 x 135
- Cureyê Kaxeza Bergê
- Bristol
- Hejmara Giştî ya Çapê
- 604
- Hejmara Stoka Niha
- 272
- Navê Markaya Jêrîn a Weşanxaneyê
- Nûbihar