Asoya Peyvên Sermest

Asoya Peyvên Sermest

gazin
li yarê

 
yan were
însafê canî
bêzar nezarîne,
peyvên eşqê li min
heram neke tu; yan jî
bibe gul, da ku ez bizanibim
bibim xar, bibim kelem, min bide
şermê/yan bibe keçikeke xewneşevî bikişe
paşika min, yan jî min di xewnên şevan de hişyar
neke, bila mirina sîkoneyî tev li emrê min nebe/ yan were
bi şêla Lîlîtûya Somerî, bi xezeba wê pîreboka cêc a „No?
ya evînkuj; yan jî bihêle ez bibim bayekî xemdiz, bi her
piçikên xwe hembêz bikim bejna te ya mûyane
ya demdiz/ yan were bi maçeke harenarî min
di hilma xwe de bijenîne, yan jî di binê
ewrekî sayî de min ji dojeha xwe re
bike miriyekî nenas/ bila qijikê
gewdeberate laşê min ji hev
biçirînin, bila bi xwîna
min çîlik bide ew
riwekên ziwa,
xem nîne
ey yar
 

M. Zahir Kayan

M. ZAHİR KAYAN - Ji bajarê Agiriyê ye. Li Zanîngeha Erzuromê Beşa Turkolojiyê xwendiye. Ji salên 1990î ve ye di kovar û rojnameyên wekî Özgür Gündem, Welat, Welatê Me, Jiyana Rewşen û Tîrojê de gelek nivîsên wî yên der heqê huner, estetîk, çand, folklor û mîtolojiyê de hatine weşandin. Her wiha wênesaz e. Ji bilî şiîr û formên şiîrên mîstîkî û xebatên li ser estetîk û hunerê, ew li ser folklora Kurdî xebatên lêkolînî jî dike; li ser destan, efsane û menkibeyên qedîm yên Kurdan xebatên wî yên dorfireh hene. Ji van yek “Bingeha Mîtolojiya Kurdî” ye, ev berhem hê nehatiye weşandinê. Li ser estetîk, şiîr û forma kilamên dengbêjiyê gelek lêkolînên wî hene. M.  Zahir Kayan di atolyeya xwe de li ser resim, peyker û hin hunerên plastikî xebatên xwe didomîne.
 
Berhemên wî yên edebî yên ku heta niha hatine çapkirinê ev in:
- Destanek ji Buhuşta Winda (Weşanên Berfîn, 1993)
- Arzeba (Weşanên Sî, 2001)
- Şêhneya Dînan (Weşanên Şemal, 2014)


Navê Kitêbê Asoya Peyvên Sermest
Navê Orîjînal -
Nivîskar M. Zahir Kayan
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-68-4
Cûre Helbest
Rûpel 192
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg -