Fonemên Kurdî ên Kurdolog û Seyyahên Rojavayî (1787-1887)

Fonemên Kurdî ên Kurdolog û Seyyahên Rojavayî (1787-1887)

Bi sed salan e kurdolog û seyyahên Ewrûpî û Amerîkî bala xwe dane ser ziman, folklor û edebîyata Kurdî. Lînguîst û fîlologên kurdan ên di karên xwe ên lînguîstîk û fîlolojîk da ji xebatên van kurdolog û seyyahan sûd wergirtine pir kêm in. Heta nuka di nav Kurdên bakurî da kêm kesan xebatên fonolojîk ên bi pîvanên lînguîstîk li ser fonemên Kurdî ên van kurdologan pêk hanîne. Ev ji bo me kêmasîyek bû. Ev xebat carek din bi me dide xwîyakirin ku lêkolîn û analîzên li ser awayên nivîstina Kurdî ên kurdolog û seyyahên Ewrûpî û Amerîkî ên sedsala pêşîn a kurdolojîyê çi qas muhîm in. Kurdolog û seyyahên Ewrûpî û Amerîkî ên di sed salên pêşîn ê kurdolojîyê da bala xwe dane ser ziman, edebîyat û folklora Kurdan kî ne? Karê wan ê aslî çi ye? Van kesan Kurdî çawa nivîsîne? Çi qas rast, çi qas şaş nivîsîne? Di derbarê zarûzimanê Kurdî da çi gotine? Di kîjan warên fîlolojî û lînguîstîka Kurdî da xwedî berhem in? Di vê kîtabê da bersîvên van pirsan hene.
 

Raif Yaman

Raif Yaman di 27ê Adara 1967an de, li Gomaîgê, gundekî li ser Erxenî a Amîda, ji dayîk bûye. Li Enqerê, li Unîversîta Ankara, li Fakulta Ziman û Tarîx-Coxrafya (DTCF) Fîlolojiya Fransizî xwendiye. Di salên 1990î de çar salan sekretertiya Enstîtuya Kurdî a Stenbolê kiriye. Wan salan edîtortiya kovarên Rewşen û Zend kiriye. Li Mêrdînê, li Unîversîta Artukluyê, li Enstîtuya Zimanên Zindî ên li Turkiyayê, li ser kultur û zimanê Kurdî master kiriye. Bi zimanên Fransizî, Înglîzî, Kurdî û Turkî tercûmantî kiriye. Li Stenbol û Nisêbînê li mekteban xwendedantiya Înglîzî kiriye. Di hindik weşanên periyodîk ên Kurdî û malperên Kurdî de gotarên lînguîstîk û edebî nivîsîne. Bi navên Xewna Avê û Şevên Payîzê du kîtabên wî ên hozanan hatine weşandin. Edîtortiya kovara Philosophia dike.


Navê Kitêbê Fonemên Kurdî ên Kurdolog û Seyyahên Rojavayî (1787-1887)
Navê Orîjînal -
Nivîskar Raif Yaman
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-49-3
Cûre Kurdolojî
Rûpel 136
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg İHB