Destana Zembilfroş û Gulxatûn

Destana Zembilfroş û Gulxatûn

Di edebiyata Kurdî de eşqeke efsanemawî... Evîna Zembîlfiroş û Gulxatûnê. Li ser serpêhatiya Zembîlfiroş û Gulxatûnê xebateke berfireh... Aziz Samur, di vê berhemê de dide pey şopa lehengên destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê. Hûn dê bi vê xebatê, ji edebiyata Cîhanê ber bi Rojhilat ve û di wêjeya Kurdî de destanên eşqê, taybetmendî û naverokên wan binasin. Serpêhatiya eşqa Zembîlfiroş û Gulxatûnê li ku derê û kengê qewimiye, cara yekem ji aliyê kîjan hozan û edîbên Kurd ve hatiye nivîsîn, dîroknasên kurdolog bi çi rengî behsa rûdanê kirine, motîfên destanê bi kîjan hîkayeyên eşqê yên cîhanê re hevbeş in..? Hûn dê bersivên van pirsan bikaribin ji berhema Destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê hîn bibin. Dîsa ji aliyên çawaniyên xwe ve, guhertoyên Zembîlfiroş ên Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û Mûradxanê Bayezîdî di berhemê de ciyê xwe girtine. Ji bo lêkolînerên kurdolog ên edebiyata gelêrî berhemeke giranbiha...

Aziz Samur

Aziz SAMUR, Di 18ê Adara 1981ê de, li Silîvaya Diyarbekir hatiye dinyayê. Perwerdeyên xwe yên destpêk, navîn û lîseyê li heman ciyî dîtin. Li Zanîngeha Wanê, ji Beşa Mamostetiya Polê; li Zanîngeha Eskîşehîrê, ji Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî bawernameyên lîsansê girtin. Di 2012an de, li Zanîngeha Mêrdînê, di Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de, bi teza “Destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê” bawernameya lîsansa bilind wergirt. Digel kurteçîrok û gotarên wî yên di kovar û rojnameyan de, pirtûkên wî yên wergerê jî hatine weşandin. Berhema wî ya yekem “Rêziman û Rastnivîsa Kurdiya Kurmancî” ye. Niha li Diyarbekir, mamostetiya edebiyat û zimên dike.


Navê Kitêbê Destana Zembilfroş û Gulxatûn
Navê Orîjînal -
Nivîskar Aziz Samur
Wergêr / Lêkolîner Aziz Samur
ISBN 978-6055-053-57-4
Cûre Kurdolojî
Rûpel 248
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2015
Çapa Çendan 2
Berg Karton