Nerît û Helbest

Nerît û Helbest

Edebiyata Kurdî jî mîna Kurdan bi çendîn sînorên siyasî, coxrafî û şêwezarî ji hev hatiye dabirîn û her navendeke edebî wek giraveke dûredest berê xwe daye bergeheke ciyawaz. Ev xebat di nav vê parçebûn û dabirînê de reh û rîşeyên pevgirêdayî yên vê edebiyatê berçav dike û îdîa dike digel hemû astengî û dijwariyan, mirov dikare behsa nerîteke hevbeş a edebiyata Kurdî bike. Bêguman ew ruhê ku vê nerîtê zindî dike hizra neteweyî ye. Ji ber vê mirov dikare bibêje ku nerîta edebî ya Kurdî di çarçoveya romantîzma neteweyî de hemû navendên edebî bi hev ve girê dide û wek diyardeyekê derdikeve holê.

Zülküf Ergün

Zülküf ERGÜN, di 1980yî de li Licê ji dayîk bûye. Di 2001ê de ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012an de ji Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de bawernameya mastirê û di 2017an de jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtiye. Di sibata 2023yan de pileya doçentiyê wergirtîye.
Ji 2012an û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans û mastir û doktorayê de dersên edebiyata nû dide. Heta niha di çendîn kovarên akademîk de gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê Bajar-Edebiyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017) û Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) sê pirtûkên wî hatine weşandin. Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji Kurdiya Soranî bi navên Rêzimana Kurdî KurmancîSoranî (2013), Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî (2016) û Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (2019), Ber bi Zertavê (2023) çar pirtûk kirine Kurmancî û bi navê Demsala Nan jî pirtûkeke çîrokan ji Farisî kiriye Kurdî.


Navê Kitêbê Nerît û Helbest
Navê Orîjînal Nerît û Helbest
Nivîskar Zülküf Ergün
Wergêr / Lêkolîner Zülküf Ergün
ISBN 9786059413169
Cûre Kurdolojî
Rûpel 264
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2018
Çapa Çendan 1
Berg Karton