Hekîmtiya Kurmancî

Hekîmtiya Kurmancî

Hekîmtiya gelêrî, kevneşopiyeke hezaran salan berê ji me re maye; ji zanîn, tecrûbe û bîrûbaweriya miletekî kemiliye û meyaye; qern bi qern wek mîrateyekê ji nifşên berê derbasî yên nû bûye. Ev kevneşopî di xwe de gencîneyeke çandî û zimanî jî hewandiye.
Tekîn Çifçi, di vê lêkolîna xwe ya meydanî de daye pey şopa bijîjkiya gelêrî, yanî “hekîmtiya Kurmancî”. Gund bi gund li herêma Semsûrê geriyaye, bi hekîmên wir re hevdîtin kiriye; derbarê nexweşiyan, dermanan, gîhayan, rêbazên dermankirinê û bîrûbaweriyan de agahî berhev kirine, tomar kirine, dabeş kirine û nirxandine.
 

Navê Kitêbê Hekîmtiya Kurmancî
Navê Orîjînal Hekîmtiya Kurmancî
Nivîskar Tekin Çifçi
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786257383318
Cûre Lêkolîn
Rûpel 400
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg İHB