Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî Yê Helbesta Kurdî

Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî Yê Helbesta Kurdî

Peşêw yek ji stûnên dîyar ên helbesta kurdî ye û ji bo têgihîştina helbesta kurdî nasîna wî pêwîstîyek e. Lê Peşêw ne tenê bi hunera xwe, bi helwesta xwe ya ronakbîrane jî xwedî pêgeheke giring e. Ji ber vê ye ku wek siwarçakekî meydana kurdayetîyê li ser tixûbên herî berfireh ên huner û ronakbîrîyê hespê xwe dibezîne û navê xwe li tenişt navên Xanî û Hacî dikole. Lê ev tenê alîyekî wî ye, bi alîyekî xwe yê din jî noqarekî wêrek ê deryaya evînê ye ku dersa xwe ji Cizîrî û Nalî wergirtîye û hevîrê wan bi heveyna serdema modern straye. Ji vî alîyî ve Peşêw hem dibe dengekî zelal ê nasnameya me hem jî birçîbûna ciwanîperestîya me bi gotinên xwe yên sêhrawî têr dike. Bi vê dubaskîyê ne êşên takekesî di nav derdên nasnameya neteweyî da ji bîr dike ne jî di nav gerîneka fikarên takekesî da xema hevbeş paşguh dike.
Ev monografîya li ber destê we yekem xebat e ku li Bakurê li ser Peşêwî hatîye nivîsîn û em hêvî dikin rê li ber xwendevanên bakurî veke da ku “Peşêwê Mezin” baştir binasin û li ser dika wî ya bilind destê xwe dirêjî berên edebîyata kurdî ya paşerojê bikin. Lewra nifşên îro û paşerojê bê xwendina Peşêwî û bê ku haya wan ji hunera wî ya bilind hebe dê nikaribin “alaya kelamê mewzûn” li ser banên bilindtir biçikînin. Lewra Peşêwî asta hunera helbesta kurdî berz kirîye û her kesê ku vê astê fam neke û negihîje pê dê nikaribe cihekî resen ji xwe ra peyda bike. Jixwe nerîta edebî ji hilmijîna pêşîyan û hewla xwerizgarkirina ji bin sîbera bavên kanonîk wêdetir çi ye? Hilmijîna Peşêw asta şagirdîya nişfên îro dê bilindtir bike û ji bo peydakirina deng û rengê wan dê ji wan ra bibe çavkanîya îlhamê.

Zülküf Ergün

Zülküf ERGÜN, di 1980yî de li Licê ji dayîk bûye. Di 2001ê de ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012an de ji Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de bawernameya mastirê û di 2017an de jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtiye. Di sibata 2023yan de pileya doçentiyê wergirtîye.
Ji 2012an û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans û mastir û doktorayê de dersên edebiyata nû dide. Heta niha di çendîn kovarên akademîk de gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê Bajar-Edebiyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017) û Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) sê pirtûkên wî hatine weşandin. Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji Kurdiya Soranî bi navên Rêzimana Kurdî KurmancîSoranî (2013), Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî (2016) û Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (2019), Ber bi Zertavê (2023) çar pirtûk kirine Kurmancî û bi navê Demsala Nan jî pirtûkeke çîrokan ji Farisî kiriye Kurdî.


Navê Kitêbê Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî Yê Helbesta Kurdî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Zülküf Ergün
Wergêr / Lêkolîner Zülküf Ergün
ISBN 9786257383202
Cûre Xebatên Edebî
Rûpel 288
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg --