Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk Nivîskarê kitêbê li Zanîngeha Artukluyê serokê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî Doç. Dr. Abdurrahman Adak e. Kitêba ku li ser mijarên sereke yên edebiyata Kurdî ya klasîk hatiye nivîsandin ji destpêkek û sê beşan pêk hatiye. Piştî ku di destpêka kitêbê de li ser pênaseya edebiyata Kurdî ya klasîk û pêkhateyên wê hatiye rawestan, beşa yekem ji bo xebatên biyografîk û bîbliyografîk ên bi tarîxa edebiyata Kurdî re pêwendîdar hatiye terxankirin. Ev xebat li gorî kronolojî û qonaxan (qonaxa mîrektiyan, Qonaxa dawiya Osmaniyan/Stenbol, qonaxa Şamê, û hwd.) û li gorî cureyan (berhemên tarîxa edebiyatê, antolojî, monografiyên bajaran û hwd.) hatine tesnîfkirin û nasandin. Beşa duyem ku beşa herî berfireh a vê berhemê ye, ji bo tarîxa edebiyata Kurdî ya klasîk hatiye terxankirin. Di vê beşê de tarîxa edebiyata Kurdî bi awayekî sîstematîk di çarçoveya du perspektîfan de hatiye tesnîfkirin: 1. Perspektîfa diyalektên Kurdî (edebiyatên Kurdiya Lorî, Kurdiya Goranî-Hewramî, Kurdiya Kurmancî, Kurdiya Soranî û Kurdiya Zazakî). 2. Perspektîfa merhele/qonaxên edebiyata Kurdî ya klasîk (serdema Emewî û Ebbasiyan, serdema hikûmetên Kurdan, serdema mîrektiyan û hwd.) Di vê beşê de tarîxa edebiyata kurdî bi awayekî kronolojîk li gorî qonax û sedsalan hatiye pêşkêşkirin û li ser nûner, ekol û taybetiyên wan qonax û sedsalan agahî hatine dayîn. Di beşa sêyem a pirtûkê de jî, ji mijarên teorîk ên edebiyata klasîk “zanyariyên ruxsarê” hatine pêşkêşkirin. Di vê beşê de mijarên wekî kêşa erûzê, serwa-paşserwa, teşeyên nezmê (xezel, qesîde, mesnewî, rubaî û hwd.) û teşeyên berhemên klasîk cih digirin. Tê hêvîkirin ku “Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk” hem ji bo lêkolînerên edebiyata Kurdî dê bibe çavkaniyeke jêneger, hem jî di zanîngehan û dezgehên dî yên perwerdeyê de dê wekî pirtûka dersê bê bikaranîn.

Navê Kitêbê Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk
Navê Orîjînal -
Nivîskar Abdurrahman Adak
Wergêr / Lêkolîner Abdurrahman Adak
ISBN 978-605-5053-04-8
Cûre Edebiyat
Rûpel 464
Ebat 13,50 x 21,00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2015
Çapa Çendan 3
Berg Karton